Rewşa siyasî û 25‘ê Mijdarê ji jinên Minbicê re hatin şîrovekirin

Buroya Jinên Sûriyê ya Minbicê bi armanca şîrovekirina geşedanên dawî li Sûriyê civînek li dar xist. Di civînê de behsa Roj Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hate kirin.

Rewşa siyasî û 25‘ê Mijdarê ji jinên Minbicê re hatin şîrovekirin
Rewşa siyasî û 25‘ê Mijdarê ji jinên Minbicê re hatin şîrovekirin
Rewşa siyasî û 25‘ê Mijdarê ji jinên Minbicê re hatin şîrovekirin
8 mijdar, 2018   15:17

MINBIC

Buroya Jinên Sûriyê ya bajarê Minbicê îro bi armanca şîrovekirina geşedanên dawî li Sûriyê bi taybet rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li dar xsit. Civîn li hola Meclisa Zagonsaz li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê li dar ket.

Endama Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriye Demokratîk Îlham Umer, endamên Buroya Jinên Sûriyê Emîne Salih û Tehrîr El-Hîlal, Hevserokên Meclisa Zagonsaz û Rêveber Sûzan Hisên û Nezîhe Xilo, hevseroka Rêxistina Şems a Geşpêdanê Nûra Xelîl û bi dehan endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama Desteya Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Umer axivî û behsa êrîşên artêşa Tirk ên li dijî herêmên rojhilatê Firatê kir û got: "Êrîşên dawî yên dagirkeriya Tirkiyê encama civîna çaralî ya ku li Stenbolê li darketiye ye."

Îlham  bi bîr xist ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de gelek sivîl di nav de zaroka bi navê Sara şehîd bûn û rojnamevanên ku binpêkirinên artêşa Tirk a hovane der heqê herêmên rojhilatê Firatê de dişopandin birîndar bûn.

Têkildarî mijara Idlibê, Îlham destnîşan kir ku Tirkiye naxwaze aloziya Idlibê çareser bibe lê belê ew weke noqteya komkirina çeteyn bikar tîne.

Her wiha Îlham roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan axivî û got: "Hîna jî civak tundiyê li dijî jinan bi kar tîne. Çi tundiyê heger fîzîkî be an dirûnî be."

Îlham çîroka Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ji beşdaran re vegot û destnîşan kir ku jin tev li hemû şoreşan bûye. Lê ji ber zihniyeta mêrdestiyê banga mafên xwe nedikir.

Îlham wiha domand: "Divê jin asta perwerdeya xwe mezinbike û bendên civakê bişkîne."

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên ku banga azadiya jinê dikin bi dawî bû.

(şx)

ANHA