Li Iraqê şer: 3 çete hatin kuştin

Li herêma Diyala di navbera hêzên Iraqê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Di encamê de 3 çete hatin kuştin û polîsek birîndar bû.

Li Iraqê şer: 3 çete hatin kuştin
7 mijdar, 2018   11:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Ragihandina Ewlekariya Iraqê general Yehya Resûl der barê mijarê de daxuyaniyek da. Yehya Resûl diyar kir ku hêzên hevbeş ên Operasyona Diyala, di çarçoveya operasyona lêgerîna bermahiyên DAIŞ’ê de li gundê El Eyûn operasyonek li dar xist.

Li gorî agahiyên Spûtnîkê, di operasyona lêgerînê de li gundê El Eyûn 3 çete hatin kuştin û polîsekî Iraqê jî sivik birîndar bûye.

Hikumeta Iraqê di 10`ê Kanûna 2017`an de ragihandibû ku artêşa Iraqê piştî 3 salan tevahî xaka Iraqê ji çeteyên DAIŞ`ê paqij kiriye. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê heta niha jî operasyonên xwe yên lêgerîna bermahiyên çeteyan berdewam dikin.

(jo)