2 hezar û 400 tûpên gazê li şêniyên Dêrazorê hatin belavkirin

Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîde ya gundê El-Sawa yê Dêrazorê û Meclisa Şehîd Xalid Deham El-Beşîr a gundê Mihêmîdiyê 2 hezar û 400 tûpên gazê li şêniyên her du gundan belav kirin.

2 hezar û 400 tûpên gazê li şêniyên Dêrazorê hatin belavkirin
7 mijdar, 2018   10:45

DÊRAZOR

Meclisa Şehîd Nedîm El-Şerîde û Meclisa Şehîd Xalid Deham El-Beşîr bi hevkariya Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê beşa 4`mîn ji tûpên (cer) gazê wergirt. Paşê her du meclisan tûpên gazê li şêniyan belav kirin.

Her tûpeke gazê bi buhayê 2 hezar û 700 lîreyên Sûriyeyê tê dayîn. Ev cara 4`mîn e ku gaz li şêniyan tê belavkirin. Tê zanîn ku ji beriya çend salan ve tûpên gazê derbasî wan gundan nebûne.

Yek ji berpirsên ku belavkirina tûpên gazê dişopîne û hevserokê Komîteya Xizmetguzaritê ya Meclisa El-Sawa, Zekeriya El-Esaf got ev cara 4`mîn e ku tûpên gazê werdigirin û li şêniyan belav dikin.

ANHA