Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê careke din aloz bûn. Washingtonê dewriyeyên xwe bi QSD'ê re li ser sînor dane meşandin û çavdêran wek hişyariyeke ji Enqereyê re bi nav kir. Çalakiya avakirina hikumeta Iraqî dîsa asteng bû. Mesqet ji bo destwerdana doza Filistînê xebatên xwe zêde dike.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
7 mijdar, 2018   10:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa gefên Tirkiyeyê yên êrîşa li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û helwesta Amerîkayê kir. Rojnameyan her wiha bal kişand ser astengiyên avakirina hikumeta Iraqê û geşedanên dawîn li qadên Filistîn û Yemenê.

El-Ereb: Enqere daxwaza xwe ya guhertina helwesta Washingtonê ji Kurdên Sûriyeyê winda kir

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin girêdayî mijara Sûriyeyê behsa helwesta Amerîkayê li hemberî gefên Tirkiyeyê li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê kir. Rojnameya El-Ereb li ser navê siyasetmedarên Kurd diyar kir ku başbûna têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê ku bi pêkanîna hevpeymana Minbicê û serbestberdana keşeyê Amerîkî Andrew Brunson hatibû ravekirin û di encamê de cezayên di navbera her du welatan de hatin betalkirin û careke din ev têkilî ji ber ku Amerîka bi alîkariya Kurdên Sûriyeyê ve girêdayî ma, aloz dibin.

Rojnameyê da zanîn ku di van rojên dawîn de dijberiyên leşkerî yên Tirkiyeyê li dijî Yekîneyên Parastina Gel li rojhilatê Firatê kêm bûye. Çavdêran ev yek bi meşandina dewriyeyên Amerîkayê li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de girê dan. Amerîkayê piştrast kir ku destdirêjiya li herêma di bin serweriya wê de ye, xeta sor e. Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon)  Rob Maning di civîneke çapemeniyê de ragihand ku hêzên Amerîkayê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re dewriyeyên hevbeş li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de dane meşandin.

Rojnameyê da zanîn ku peyama Amerîkayê gihîşt Tirkiyeyê û serokê wê Recep Tayyîp Erdogan jî bersiv da ku ev dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û yekîneyên Kurdî dê nahên qebûlkirin. Aliyên siyasî yên Kurd jî dibêjin ev gava Amerîkayê girêdana wê bi Kurdên Sûriyeyê re ye.

El-Heyat: Girêka Kurdan têkiliya di navbera Washington û Enqereyê de aloz dike

Rojnameya El-Heyat jî behsa heman mijarê kir û diyar kir ku piştî ku Amerîka û hêzên kurdî dewriyeyên hevbeş li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de dane meşandin têkiliyên di navbera Enqere û Washingtonê de careke din aloz bûn. Tirkiyeyê topbarana xwe li dijî herêmên Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandin.

Şerq El-Ewsat: Dijberiya Rûsya - Îsraîlê der barê S-300’an de li Sûriyeyê

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa dijberiya di navbera Rûsya û Îsraîlê de ya girêdayî fûzeyên S-300 li Sûriyeyê kir. Serokê Rûsyayê Viladimîr Pûtîn û serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Natanyaho di dawiya hefteyê de li Parîsê li hev dicivin.

Rojnameyê diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov aliyekî lihevkirina Rûsî – Îsraîlî eşkere kir û got ku welatê wî hişyarî daye Îsraîlê ku dibe çalakiya balafirên Îsraîlê li Sûriyeyê encameke kambax derxe.Wezîrê Ewlehiya Hundirîn a Îsraîlê Cilad Ardan diyar kir ku Îsraîl dikare fûzeyên S-300 yên li Sûriyeyê hilweşîne, eger gefan li ewlehiya wê bixwe.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameyan behsa çalakiya siyasî ya avakirina hikumetê kir. Rojnameya El-Ereb jî behsa astengiyên li pêşiya avakirina hikumetê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Avakirina hikumeta Iraqê ji bo demeke nediyar hate taloqkirin."

Rojnameya El-Heyat jî behsa derengxistina dengdayîna parlemanê li ser navên namzetên wezaretan kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Dengdayîna ji bo namzetên wezaretên di hikumeta Ebid El-Muhdî de mane, hate derengxistin."

Îran

Der barê mijara cezayên Amerîkayê li ser Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa pêkanîna qonaxa duyemîn a cezayên li ser Îranê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Li Îranê bangên zelalbûna bi gel re der barê metirsiyên ji ber cezayan de"

Filistîn

Girêdayî mijara Filistînê rojnameya El-Ereb behsa tevgera Sultaniyeta Umanê di doza Filistînê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Bendên herêmî rê li pêşiya Mesqet digire da ku destwerdana doza Filistînê bike."

Amerîka

Rojnameya El-Heyat her wiha behsa hilbijartinên kongreya Amerîkayê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hatineke baş ber bi hilbijartinên kongreyê ve."

Yemen

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî geşedanên dawîn û çalakiya siyasî ya peydakirina çareseriya aloziya Yemenê manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şandeyê Siwêdî li Edenê pêşwazîkirina şêwirmendan dike."