Jinên Reqayê bi çandiniyê aboriya xwe bi pêş dixin

Jinên bajar û gundewarên Reqayê debara xwe ya jiyanî bi çandiniyê bi cih tînin û wekî girêdana bi axê ve destnîşan dikin. 

Jinên Reqayê bi çandiniyê aboriya xwe bi pêş dixin
Jinên Reqayê bi çandiniyê aboriya xwe bi pêş dixin
Jinên Reqayê bi çandiniyê aboriya xwe bi pêş dixin
Jinên Reqayê bi çandiniyê aboriya xwe bi pêş dixin
7 mijdar, 2018   08:14

RÛBA EL-ELÎ / REQA

Li bajar û gundewarên Reqayê jin di çandiniyê de kar dikin û li gorî her demsalekê karê xwe dimeşînin. Di demsala havînê de berhemên wekî milûxiyê, bamî û îsotan kom dikin û di demsala zivistanê de jî zeytûnan û sebzeyên ku di zivistanê de têne çandin, qut dikin.

Her wiha jin di çandiniyê de kar dikin da ku wekheviyê bixin nava jin û zilaman û rola wan di aboriyê de geş bikin û vê yekê wek girêdana xwe ya bi axê ve destnîşan dikin.

Welatiya bi navê Eliya El-Casim destnîşan kir ku ew di çandiniyê de kar dike, ji ber ku bi xaka xwe ve girêdayî ye. Eliya diyar kir ku ew di ware çandiniyê de dixebitin û armanca wan ji karê çandiniyê ew e ku rola jinan di çandiniyê de bidin îsbatkirin û wiha got: "Ji bo ku em destê xwe li ber kesî venekin, di aliyê aborî de ji me re dibe alîkar."

(jo)

ANHA