Akademiya Şehîd Herekol yekemîn dewreya perwerdeyê li ser asta Bakurê Sûriyê bi dawî kir

Li Akademiya Şehîd Herekol yekemîn dewreya perwerdeyê ya bîrdozî ku ji pêkhateiyê Ereb re hatibû vekirin bidawî bû.

Akademiya Şehîd Herekol yekemîn dewreya perwerdeyê li ser asta Bakurê Sûriyê bi dawî kir
Akademiya Şehîd Herekol yekemîn dewreya perwerdeyê li ser asta Bakurê Sûriyê bi dawî kir
Akademiya Şehîd Herekol yekemîn dewreya perwerdeyê li ser asta Bakurê Sûriyê bi dawî kir
Akademiya Şehîd Herekol yekemîn dewreya perwerdeyê li ser asta Bakurê Sûriyê bi dawî kir
6 mijdar, 2018   18:52

QAMIŞLO

Akademiya Şehîd Herekol ya girêdayî akademiyên Civaka Demokratîk li Rojava du meh berê bi tevlêbûna 40 endamên sazî û meclisên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Dirbêsiyê yên ji pêkhateyê ereb dewreyeke perwerede vekiribû.

Dewreya perwerdeyê navê "Şehîd Ebû Hemze" yê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû  hilgirtibû.

Di dewreyê de dersên "Netewa Demokratîk, Federalî, Rêbazê Xîtabetê, Jinelojiya" hatin dîtin.

Dewreya perwerdeyê îro bi merasîmekê bi dawî bû.

Merasîmê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Paşê Hevseroka Meclisa Navçeya Çilaxa Suhêla Şemo axaftin kir. Suhêla di axaftina xwe de anî ziman ku dewreya perwerdeyê bi serkeftî derbas bû, xeta Netewa Demokratîk hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin banekê de kom kirine.

Rêvebera Akademiya Şehîd Herekol Eylan Dêrik jî di merasîmê de axivî û got: "Ev dewrê dê bibe bingeha xurtkirina rêgezê Netewa Demokraîtk."

Dêrik her wiha girîngiya perwerdeyê vegot û destnîşan kir ku pêwîste di vê perwerdeyê de kesayeteka ku karibe bibe civakê bi rêve bibe were avakirin.

Birayê şehîd Ebû Hemze Sair Mihsin diyar kir ku ew bi vekirina dewreya perwerdeyê bi navê birayê wî re serbilind e.

Piştî axaftinan, koma Şehîd Ezîz Ereb ya girêdayî navenda çand û hunerê ya Til Hemîsê şanoyeke bi navê "Serkeftina welat" pêşkêş kirin. Her wiha koma Esala dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA