Sabir Bûyînî piştî Xakûrkê niha jî li Nisêbînê ye

Ji aliyê dewleta Tirk ve 2 meh berê zêdetirî 2 hezar çeteyên El Nûsrayê di bin fermandariya leşkerî ya Sabir Bûyînî de ji bo li hemberê PKK’ê şer bikin li herêma Xakûrkê ya girêdayî Herêma Kurdistanê ya Federal hatibûn bicihkirin. Hat diyarkirin ku niha jî ji van 550 çeteyên El Nusrayê di bin berpirsyariya Bûyînî de sewqî navçeya Mêrdînê ya Nisêbînê hatine kirin ku li ser sînorê kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Sabir Bûyînî piştî Xakûrkê niha jî li Nisêbînê ye
6 mijdar, 2018   12:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya DemNewsê, ji aliyê dewleta Tirk ve di nava 2 mehên dawîn de hejmareke pir zêde çeteyên koma Heyet Tahrîr El Şam a bi pêşengiya El Nusrayê ya girêdayê El Qaîdeyê, ji bo ku li hemberî PKK’ê şer bikin li baregehên TSK’ê yên li herêmên girêdayî navçeya Zaxo ya Dihokê ya Kurdistana başûr hatine bicihkirin.

Di bin fermandariya Berpirsiyarê Leşkerî ya El Nusrayê de Sabir Bûyînî zêdetirî 2 hezar endamên çekdar ên koma çete ya El Nusra ji bo ku li hemberî PKK’ê şer bikin li baregehên leşkerî yên artêşa Tirk bi cih kirin. Piştî daxuyaniya serokê giştî yê AKP’ê û serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a “Di demeke nêz de operasyona li hemberî rêxistina teror a PYD/YPG’ê dê dest pê bike” li ser sînorê kantona Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêk hatin. Dûre hejmareke zêde leşker û çekên giran ên artêşa Tirk ber bi navçeyên Nisêbîn û Serêkaniyê ve hatin şandin. Di nava van leşkeran de 550 çeteyên çekdar ên selefî yên El Nusrayê yên di bin berpirsyariya Bûyînî de jî hene.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana Dewnewsê ji rayedarên leşkerî yên Nisêbînê wergirtin, eger ji aliyê artêşa Tirk ve êrîşek li dijî kantona Qamişlo bê kirin dê di eniya pêş de 550 çeteyên El Nusrayê yên di bin berpirsiyariya Sabir Bûyînî de bin. Rayedarên leşkerî piştrast kir ku ev 550 endamên çekdar ên El Nusrayê ji nav 2 hezar El Nûsrayiyên ku berê ji bo li hemberî PKK’ê şer bikin şandibûn herêma Xakûrkê hatine hilbijartin û ragihandin ku dibe ev hejmar têrê neke lê wê ji Ezaz û Cerablusê ji çeteyên endamên komên selefî ber bi Nisêbînê ve bên şandin.

Sabir Bûyînî kî ye?

Berpirsyarê leşkerî yê El Nusrayê Sabir Bûyînî di sala 1975’an de li gundê Bûyîn ê Helepçeyê ji dayik bûye. Berê fermandarê 3’mîn Hêza Leşkerî ya Bizûtneweyî Îslamî ya Helepçeyê bû. Di sala 2003’yan de çalakiya rêxistina bi navê Ensarûl Îslam ku dixwest li hemberî asayîşa YNK’ê çalakiyekê pêk bîne, plan kiribû. Piştî ev çalakî deşîfre bû Bûyînî direve Îranê. Piştî demekê derbasî Iraqê dibe û tev li El Qaîdeyê dibe. Dema ku DAIŞ xwe li Iraqê îlan dike vê carê tev li DAIŞ’ê dibe. Di nava DAIŞ’ê de li herêma Anbarê wek dozger peywirê digire. Piştî demekê derbasî Sûriyeyê dibe û tev li El Nusrayê dibe. Li vir bi endamên îstîxbarata dewleta Tirk MÎT’ê re têkiliyê datîne. MÎT malbata Bûyînî li Stenbolê bi cih dike û ji birayê wî yê bi navê Emîr re dikanekê vedike. Çend meh berê Sabir Bûyînî, bi birayê xwe Serwet ê li Helepçeyê re têkiliyê datîne û diyar dike ku li Xakûrkê ya girêdayê herêma Barzan bi leşkerên TSK’ê re li hemberî PKK’ê dê şer bike û dê heta Hewramanê operasyonê dorfireh bikin.

Her wiha Demnewsê diyar kir ku ev agahî ji aliyê birayê Bûyînî, Serwet ê li Helebçeyê ve jî hatine piştrastkirin.