Meclîsa Jinan a Minbicê bernameya çalakiyên xwe eşkere kir

Meclisa Jinan a Minbicê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên xwe bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan eşkere kir.

Meclîsa Jinan a Minbicê bernameya çalakiyên xwe eşkere kir
6 mijdar, 2018   12:29

MINBIC

Bi boneya nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Meclisa Jinan a Minbicê bernameya çalakiyên xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir. Daxuyanî li pêşiya Navenda Meclisa Jinan ji aliyê berdevka fermî ya meclisê Ibtîsam Ebdilqadir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi boneya nêzîkbûna Roja Cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ku dikeve 25'ê Mijdarê, em ê beşdarî nav têkoşerên cîhanê bibin da ku tundiya li ser jinan were bidawîkirin."

Di dawiya daxuyaniyê de Meclisa Jinan a Minbicê çalakiyên xwe bi vê boneyê eşkere kirin. Çalakiyên meclisê wiha ne:

1- 5 semînerên pênasekirin û pêşxistina hişmendiya jinan dê bêne lidarxistin.

2- 10 civîn dê ji jinên bajêr û gundewaran re bêne lidarixistin.

3- Xwepêşandaneke girseyî bi beşdarbûna jinên ciwan dê were lidarxistin.

4- Belavokên taybet bi vê boneyê dê bêne belavkirin.

5- Di şeva 25'ê Mijdarê de sînevîzyonek dê li bajêr were pêşandan.

Di dawiyê de bang li hemû jinan hate kirin ku hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo pêkanîna wekheviya jin û mêran têkoşîna xwe bilind bikin û tundiya li ser jinan bi dawî bikin.

ANHA