Rêveberiya Xweser sersaxî ji eşîr û malbata El-Hiwêdî re xwest

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi peyameke nivîskî sersaxiyê, sersaxî ji eşîra El-Efadle û malbata şehîd şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî re xwest û diyar kir ku dê têkoşîna xwe heta pêkanîna projeya demokratîk bidomînin ku li ser vê rêya şehîdan axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwîna xwe av dane.

Rêveberiya Xweser sersaxî ji eşîr û malbata El-Hiwêdî re xwest
6 mijdar, 2018   12:42

GIRÊ SPÎ

Di peyama sersaxiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin ku nûçeya şehadeta şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî (Ebû Feysel) li ser destê terorîstan ew dilxemgîn kirine. Her wiha hate gotin ku şêx Beşîr El-Hiwêdî semboleke niştimanî li herêmê bû û rola wî di nava eşîrên Reqayê de gelekî erênî û bi bandor bû.

Di dawiya peyamê de wiha hate gotin: "Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em sersaxiyê ji malbat û eşîra El-Efadle re dixwazin. Em piştrast dikin ku bi van sûcdariyan em tu carî ji helwesta xwe ya têkoşîna ber bi azadiyê û pêkanîna projeya demokratîk ve venagerin. Ev jî daxwaza şêxê me yê şehîd bû."

ANHA