Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê

Şêniyên Efrînê yên di kampên Berxwedan û Serdemê yên kantona Şehbayê de berxwedan û dilsoziya xwe ji bo Efrînê diyar dikin. Şênî li pêşiya çadirên xwe darên zeytûnan diçînin û dirûşmeyên berxwedanê bi kevirên hûr dinivisînin.

Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê
Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê
Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê
Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê
Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê
Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê
Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê
Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê
Bi dîmen gelê Efrînê li kampên berxwedanê
6 mijdar, 2018   07:57

CAFER CAFO / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku ji malên xwe derkevin, bi hemû awayî dilsoziya xwe bi axa xwe ve diyar dikin û bi hêvî ne ku dê Efrîn rizgar bibe û li warê xwe vegerin.

Yek ji şêwazên ku şênî bi rêya wan dilsoziya xwe bi axa Efrînê ve diyar dikin û teqez dikin ku dê heta dawiyê li ber xwe bidin, ew e ku şênî li pêşiya çadirên xwe darên zeytûnan diçînin û bi rêya kevirên hûr dirûşmeyên berxwedanê, vegera welat û navê Efrînê li derdora darên zeytûnan nivîsandine. 

Nûçegihanê ajansa me ANHA`yê di nava çadirên her du kampan de geriya û ev dîmenên ku berxwedana şêniyan diyar dikin, kişandin.

(bx)

ANHA