Çerxerêya Saea tê sererastkirin

Xebatên ji nû ve avakirin Reqayê bê navber didome. Şaredariya Gel dest bi sererastkirina Çerxerêya Saea kir.

Çerxerêya Saea tê sererastkirin
Çerxerêya Saea tê sererastkirin
Çerxerêya Saea tê sererastkirin
Çerxerêya Saea tê sererastkirin
Çerxerêya Saea tê sererastkirin
5 mijdar, 2018   18:38

REQA

Çerxerêya Saea yek ji deverên girîng ên bajarê Reqayê ye, ku hemû taxên bajêr dighîne hev din û navgîna hemû kolanên sereke ye wekî (Wadî, Til Ebyed, Qewetlî, Gerac û Qada Parêzgehê".

Di heman demê de Çerxerêya Saea wekî sembolekî şûnwarî tê dîtin, ku di nêvî de peykarê dîrokî yê jin û mêr heye. Peykerê çerxerêyê beriya demekê ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ve hat serestkirin.

Werşeyên sererastkirinê yên Şaredariya Navendî ya bajarê Reqayê îro xebatên sererastkirina Çerxerêya Saea da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de mûzaîka kevin a ji ber şer hatiye xirabkirin tê rakirin û li şûna wê ya nû tê dayîn û boyaxkirin.

Berpirsê werçeyê fenî Hisên El-Şewax diyar kir ku ew ê di nava 20 rojan de çerxerêyê sererast bikin.

El-Şewax  anî ziman ku dê demjimêra elktronî ya çerxerêyê  sereast bikin û got ku şaredarî dê hemû deverên girîn ên bajêr sererast bike.

ANHA