Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin

Çaremîn Festîvala Şehîd Hogir a Çand û Hunera Dicle û Firatê li herêma Tebqayê hat lidarxistin.

Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
Festîvala Şehîd Hogir li Tebqayê hat lidarxistin
5 mijdar, 2018   17:43

TEBQA

Çaremîn Festîvala Şehîd Hogir a Çand û Hunera Dicle û Firatê yekem car li herêma Tebqayê  hate lidarxistin. Çalakiyên festîvalê li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ku di encama şer de nîv hilweşiyaye û ji ber baranê dilopa dike hate lidarxistin.

Festîval bi dirûşmeya "Serî hilde, şer bike û Efrîn rizgar bike" ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava ve hatiye organîzekirin.

Tevî şêniyên herêma Tebqayê, hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Tebqayê Hindin El-Elî û Şiyar Mihemed, Hevseroka Meclisa Zagonsaz Rewşen Hemê, hevserokên komîteyên Meclisa Sivîl a Tebqayê, şandeyên ciwanan ji Reqa, Dêrazor, Girê Spî, Minbic û Hesekê beşdarî festîvalê bûn.

Çalakiyên festîvalê bi bîranan şehîdan dest pê kir. Paşê ji rêveberên Yekitiya Ciwanên Bakurê Sûriyê Zana Tolhildan axaftina destpêkê kir û rola çand û hunerê di parastina nasnemeya gelan de destnîşan kir.

Tolhildan got: "Ji vê şanogeha ku ji aliyê terorîstan ve hatiye kavilkirin em peyamekê didin hêzên ku kavilkirin e û komên tundraw ku wekî ciwanên herêmê em çanda xwe zindî bikin û pêş bixin."

Axaftina Rêveberiya Sivîl a  Demokratîk a herêma Tebqayê ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed ve hate kirin. Mihemed di axaftina xwe de amaje bi êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gundên Kobanê û Girê Spî kir û diyar kir ku pilanên Tirkiyê li Rojhilata Navîn û hewldanên wê yên bi armanca têkbirina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser nekitin.

Şiyar Mihemed di berdewama axaftinan xwe de diyar kir ku gefên Tirkiyê yên li ser herêmên rojhilatê Firatê tenê propogenda ne û anî ziman ku QSD‘ê li herêmên ku ji DAIŞ‘ê rizgar kirine dê mafê parastina rewa bi kar bîne.

Piştî axaftinan, koma ciwanên Minbicê stranên filklorî û şoreşgerî bi zimanê Kurdî û Erebî pêşkêş kirin. Her wiha şanoyek ku hewdanên çeteyên girêdayî Tirkiyê a herêma Tebqayê dagir bike û  berxwedana QSD‘ê li hemberî wan nîşan dike, hate pêşkêşkirin.

Komên ciwanên Dêrazorê daketin ser dike û berhemên xwe nîşan dan. Ciwanan di destpêkê de helbestek li ser şehîdan xwendin. Piştre jî şanoyek ku navaroka wê ciwanan ji xeteriyê Tirkiyê yên li dijî Bakurê Sûriyê hişyar dike pêşkêş kirin. Ciwanên Dêrazorê çalakiyên xwe bi stran û dîlanên filklorî bi dawî kirin.

Komên ciwanên Tebqayê bi cilên xwe yên filklorî daketin ser dika şanoyê û stranên gelerî pêşkêş kirin.

Di berdewama Festîvalê de, koma ciwanên Reqayê jî dîlanên xwe yên filklorî pêşkêş kirin. Beşdaran li gelê wê govend gerandin. Piştre car din koma ciwanên Tebqayê şanoyeke bi navê "Şehîd" lidar xistin.

Her wiha koma ciwanên Hesekê jî stranên gelerî pêşkêş kirin.

Di dawiya festîvalê de pêşangeheke tabloyên wênesazî û peykeran ku şêwekar û peykersazên navenda çandê ya Tebqayê saz kiribûn hat vekirin.

Li ser girîngiya lidarxistina festîvalê, Hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Yûsif El-Xelewî ji ajansa me ANHA‘yê re diyar kir ku lidarxistina felîvalê li herêma Tebqayê ji bo veguhestina çandên gelên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê ye û anî ziman ku mîna van festîvalan dê li hemû herêmên ji aliyê QSD‘ê ve hatin rizgarkirin, werin lidarxistin.

Endama Koma Ciwanên Minbicê Rueya Mustefa Hesen diyar kir ku ew kêfxweş e ku beşdarî festîvalê bûye û teqez kir ku girîngiya festival ji beşdarbûna hemû pêkhateiyên herêmên Ereb, Kurd, Çerkes, Suryan û hwd tê.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku çaremîn Festîvala Şehîd Hogir 20‘ê Cotmehê li Kobanê û 30‘ê Cotmehê li Qamişlo hat lidarxistin û dê 12‘ê Mijdarê li Hesekê were lidarxistin.

ANHA