'Çand û kevneşopiya mirovan nasnameya wan e'

Jin û mêrên Kobanê bi mebesta vejandina çand û kevneşopiyên kurdî komeke mûzîkê ya kevneşopiyan ava kirin.

'Çand û kevneşopiya mirovan nasnameya wan e'
5 mijdar, 2018   08:18

DICLE EHMED – ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Bajarê Kobanê bi çand û kevneşopiya xwe tê naskirin. Tevî ku rêjîma Sûriyê bê navber êrîşê çanda herêmê ya kevnar dikir, gelê herêmê bi çanda xwe ve man girêdayî. Di encama êrîşên rêjîma Sûriyê de gelê herêmê ji gelek mafên xwe yên rawa û ji wan ziman û çanda kurdî bê par man.

Jin jî ji gelek mafên xwe, nerîna xwe di nava civakê de û tevlîbûna wê ji xebatên hunerî re mehrûm ma. Her tim bû qurbaniya qanûnên eşîrtî, olî, zihniyeta desthiladar a li ser jinê dihat ferzkirin û derfet ne dida jinan ku mafê xwe yê staranbêjiyê û parastina nirx û kevneşopî û çanda xwe bikar bîne.

Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an ku ji bajarê Kobanê dest pê kir. Gelek destkeftî di hemû aliyan de hatin bidestxistin. Piştî berxwedaniya dîrokî ya bajarê Kobanê û bi taybet destpêka 2015`an ew destkeftî gihîşt asta herî jor.

Li bajarê Kobanê gelek helbestavan û hûnermendên bi temen xwe bi rêxistin kirine û komeke komeke mûzîkê ya kevneşopiyan ji bo vejandina stranên Baqî Xido, Ehmed Kaşo, Bozan Ehmed û Mamed Kaşo ava kirine. 

Koma wan ji 2013`an ve hatiye avakirin. Navê Kevneşopiyên Filklorî li xwe kirine. Ji 5 jin û 3 mêran pêk tê. Li navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê xwe perwerde dikin. Di heftiyê du caran perwerdeyên xwe dibînin.

Endamên komê Stran, gotinên dengbêjî yên ku çîrokên wan li ser welat û hestên mirovan in û yên taybet bi herêma Firatê û deşta Sirûcê dibêjin.

Ji endamên komê Rehma Mehmûd Ebas ku ji bajarê Kobanê ye (40) der barê çîroka destpêkirina stranbêjiya xwe axivî.

Rehma got dema li ber sewalên xwe bû yan jî dema erdên xwe cot dikirin û karê malê dikir ji xwe stran digotin lê ditrisiya ku tu kes ji malbata wê yan jî ji gundê wê lê guhdar bike û hesab jê bixwazin.

Li gel Rehma heskirina ji mûzîkê re  heye, dengê wê pir xweşe û dikare hemû cûreyên stranên filklorî û kevneşopî bibêje.

Reham li ser rêya jinên ku îmzeya xwe di hûnera Kurdî de hiştine dimeşe mîna Eyşe Şan.

Rehme got ew stranên filklorî dibêjin da ku parastina çanda Kurdî bikin û li gorî nerîna wê stran mîna darê ye kokênê wê kuîre û bingeha avakirina strnên modernîte.

Her wiha Endamê komê Kamil Hesen ê ku bi gelek hûnermendên mîna Baqî Xido, Ehmed Keşo re ma ye got, kevneşopî û çanda însan hebûna wî îsbat dike û mîna nasnameyê ye û destnîşan kir ku kevneşopiya kurdî hebûna gelê kurd îsbat dike.

Hesen di axaftina xwe de got, stranên deşta Sirûcê bi axaftin û wateyan zengîne û wiha anî ziman,"Stranên Eyşe Şan û Baqî Xido di hemû zemanan de têne guharkirin. Cihê li gel kesên ku li wan guhdar dikin çêdike. Em di nava koma xwe de stranên kevin ên filklorî dibêjin. Ev cûreyên stranan di nava civakê de pir têne guhdarkirin û bi taybet li gel kalepîran."

Yekemîn kilîpa ku ji aliyê Koma Kevneşopiyên Filklorî hatiye çêkirin bi navê "Lore Lore" û niha jî kom li ser strana bi navê"Zerê Zerê" ya ku li Bakurê Kurdistanê zêde hatiye gotin dixebitin û dixwazin ji nûve vejîn bikin.

(bx)

ANHA