Li Minbicê, Yekemîn Mîhrecana Kevneşopiyên Gelerî ya Jinan

Yekemîn Mîhrecana kevneşopiya gelerî ya jinan a Minbicê dest pê kir. Di mîhrecanê de pêşangeheke berhemên jinan bi destê xwe çêkirine hate vekirin.

4 mijdar, 2018   14:22

MINBIC

Yekemîn Mîhrecana kevneşopiya gelelerî ya jinan a Minbicê ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê ve li ser dika çand û hunerê ya dibistana amadeyî ya pîşeyî hatiye organîzekirin.

Bi dehan şêniyên herêmê, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û gundewarên beşdarî mîhrecanê bibûn.

Di mîhrecanê de endama Dîwana Meclisa Zagonsaz  Ezab El-Ebû axivî û mîhrcan li şêniyan pîroz kir.

Ezab El-Ebûd destnîşan kir ku di şoreşa Rojava de jinan di her qadan de xwe bi rêxistin kirin.

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Duha El-Şilaş jî axivîn û anî ziman ku jin afrînerên jiyanê ne û destnîşan kir ku zihniyeta baviksalarî jin ji mafên wan bê par hiştin, lê bi pêvajoya şoreşê re jinan di her qadan de bûne pêşeng.

Piştî axaftinan, kêmên Minbicê, şano li ser hevgirtina civakî û jiyana gundan pêşkêş kirine, her wiha helbest û stranên kevneşopî gotin.

Jineke ciwan bi navê Xada El-Casim stranên filklorî yên Kurdî gotin.

Herî dawî, pêşangeheke karên destan jin cil û xwarinên gelerî ku jinan amade kiribûn hate vekirin.

Mîhrecan dê sê rojan ji saet 10:00 heya 13:00 berdewam bike.

ANHA