Rêjîma Sûriyeyê helwesta xwe ji bo erkdarkirina Pedersen nîşan da

Rêjîma Sûriyeyê ragihand ku ew amade ye alîkariyê bi şandeyê navneteweyî yê nû ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen re bike, lê divê ji rêbazên şandeyên beriya xwe dûr bikeve  û dilsoziya xwe bi yekitiya ax û gelê Sûriyeyê re ragihîne.

Rêjîma Sûriyeyê helwesta xwe ji bo erkdarkirina Pedersen nîşan da
4 mijdar, 2018   11:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê helwesta rêjîma Sûriyeyê ji erkdarkirina şandeyê navneteweyî yê nû ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen li şûna Staffan De Mistura, cîgirê wezîrê karên derve Feysel Miqdad diyar kir ku Sûriye dê alîkariyê bi şandeyê nû yê navneteweyî Geir Pedersen re bike, lê divê ji rêbazên şandeyên beriya xwe dûr bikeve û dilsoziya xwe bi yekitiya ax û gelê Sûriyeyê re ragihîne û tu carî li rex aliyê terorîstan raneweste.

Dîplomatê pispor Geir Pedersen di sala 1993'yan de di nava tîmeke Norwecê de beşdarî danûstandinên veşartî bû û di encamê de hevpeymana Oslo ya di navbera Filistîn û Îsraîlê de hate îmzekirin. Her wiha gelek salan nûnertiya welatê xwe li Filistînê kir û niha jî sefîrê Norwecê li Çînê ye û beriya niha jî sefîrê welatê xwe li ba Neteweyên Yekbûyî bû.