‘Evîna di bin kavilan de’

Di temenek mezin de fêrî nivîsandinê bû. Ji bo tedawiya xwe derbasî Tiriyê bû, lê çeteyan bajarê wê dagir kirin. Piştî rizgarkirina bajêr vegeriya û niha jî çîrokek bi navê 'Eşqa di bin kavilan de dinivîse.

‘Evîna di bin kavilan de’
‘Evîna di bin kavilan de’
‘Evîna di bin kavilan de’
‘Evîna di bin kavilan de’
‘Evîna di bin kavilan de’
‘Evîna di bin kavilan de’
‘Evîna di bin kavilan de’
‘Evîna di bin kavilan de’
‘Evîna di bin kavilan de’
4 mijdar, 2018   08:50

EMÎNE EL-ELÎ/REQA

Nivîskar Fewziye El-Mirî piştî dûrbûna 4 salan vegerî bajarê xwe El-Reşîd. Fewziye niha çîrokek bi navê 'Evîna di bin kavilan de' dinivîse. Fewziye di çîroka xwe de behsa pirtûkên xwe yên di bin kavilan behsa ku çawa çeteyan malê wê vegerandibûn bargehek ku tê de zarokan fêrî cîhadê dikirin, dike.

Nivîskar Fewziye El-Mirî li bajarê Reqayê ji dayîk bûye û niha 70 salî ye. Fewziye zewiciye li tu zarokên wê çênebûne. Di 30 saliya xwe de dest bi nivîsê kiriye. Weke gavek destpêkê kurteçîrokek nivîsandiye. Piştre komek kurteçîrok bi navê 'Gola Têrbûnê' nivîsandiye.

Gelek berhemên Fewziyê yên nivîskî di asoyên wêjeya kurteçîrok, helbest, serpêhatî, lêkolîn de hene. Nivîskar gelek kurteçîrokên weke Gola Têrbûnê, Bîra El-Ebsar, El-Hibarî, El-Reşefat, Hedîl ele Meqam El-Newa, Rehden El-Samit, Qenedîl Eştar, çîroka ji Total ji bo Marî û di gelek boneyan de hatiye xelatkirin.

Ji ber rewşa tenduristiyê neçar dimînin biçe Tirkiyê

Ji ber rewşa tenduristiyê û ji bo dermankirinê Fewziyê neçar maye ku biçe Tirkiyê. Fewziyê di çavê xwe de nexweş e. Hatiye peyîn ku di hefteyekê de vegere, lê ji ber şaştiyek tenduristî ew mecbûr maye salekê li nexweşxaneyê bimîne. Dema rewşa wê baş bûye jî, çeteyan bajarê wê dagir kirin. Ji ber wê 3 salan dûrî malê xwe maye.

Piştî rizgarkirinê vedigere û mala xwe kavil dbîne

Piştî 3 salan Fewziye biryara vegera Sûriyê dide û li Hemayê bi cih dibe. Piştî rizgarkirina bajarê wê ji hêla QSD'ê ve Fewziye vedigere mala xwe lê mala xwe kavil dibîne. Çeteyan mala wê weke cihê perwerdekirina zarokan li ser cîhadê bi kar anîne.

Fewziye di bin kavilên male de gelek pirtûkên xwe dibîne. Ji lewre çîroka biryar dide ku pirtûka bi nave 'Eşqa di bin kavilan de’ binivîse. Di çîrokê de hezkiriya xwe ji nivîsandina çîrokan dişeysîne û çawa çeteyan ew mîrata wê ya çandî vegerandin kavilan.

Meclisa Sivîl a Reqayê mala wê restore dike

Piştî wêranbûna mala nivîskar Fewziye, Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên restorekirina malê wê hildigirin ser xwe, da ku Fewziye dîsa binivîse.

Têkildarî mijarê Fewziyê wiha got: "Binpêkirinên çeteyên DAIŞ'ê der heqê şêniyan de nikare bê ziman. Mirovahî û kevir wêran kirin. Dema min rewşa mala xwe dît û çawa pirtûkên min di bin kavilan de maye, min wê demê biryarda ku ez ê çîroka 'Evîna di bin kavilan de' binivîsim, azar û êşên xwe di encama dagirkirina çeteyan ji bajarê xwe de rave bikim."

(şx)

ANHA