Di encama dorpêçê de tevgera bazara Burca Qas lawaz bûye

Bazara gundê Burca Qas beriya dagirkirina Efrînê cihê gelek firoşkar û şêniyan bû. Niha ji ber dorpêçê tenê du firoşkar mane ku pêwîstiya bazarê bi cih tînin.

Di encama dorpêçê de tevgera bazara Burca Qas lawaz bûye
Di encama dorpêçê de tevgera bazara Burca Qas lawaz bûye
Di encama dorpêçê de tevgera bazara Burca Qas lawaz bûye
3 mijdar, 2018   09:44

ARIF SILÊMAN - TOLÎN HESEN / EFRÎN

Beriya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê kantona Efrînê dagir bikin, 25 firoşkar her duşem li gundê Burca Qas a navçeya Şêrawa bazar vedikir û hemû pêwîstiyên jiyanî difirotin.

Bazara gundê Burca Qasê bûbû meqseda şêniyan ku pêwîstiyên xwe yên jiyanî, xwarin, vexwarin, cil û pêwîstiyên mitbexê jê dikirîn.

Piştî dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve li 6 gundên navçeya Şêrawayê di nav de Burca Qas dorpêç hate ferzkirin. Vê yekê bandoreke neyînî li ser tevgera bazarê kir. Lewre niha tenê 2 firoşkar ku ji herêma Nubul û Zehra ne, firoşkariyê dikin û hin pêwîstiyên şêniyan bi cih tînin.

Welatiya bi navê Eyşe Cemîl a ji gundê Burca Qas ji ajansa me re diyar kir ku beriya dagirkirina Efrînê bi dehan firoşkar li bazarê hebûn û pêwîstiyên gundiyan bi cih dianîn. Piştî dagirkirinê dorpêç li ser gund hate ferzkirin, tenê 2 firoşkar roja duşemê têne bazarê, lê gelek tişt lê peyda nabin.

ANHA