Mijarên rojnameyên erebî yên îro

Londonê alîkariya xwe bi koma Koma Kumspîyan re ku têkiliyên wê di aloziya Sûriyeyê de bi guman in, piştrast kir. Rûsya hewl dide serweriya xwe li ser Qoça Afrîkayê û başûrê Yemenê ferz bike da ku serweriya rêyên bazirganiya petrolê bike.

Mijarên rojnameyên erebî yên îro
3 mijdar, 2018   09:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa rewşa devera bêçek a Idlibê û êrîşên artêşa Tirk li dijî Bakurê Sûriyeyê kir. Rojnameyan diyar kirin ku Brîtanya alîkariya xwe bi koma Kumên Spî re didomîne. Rojnameyan her wiha bal kişand ser xebatên avakirina hikumeta Iraqê û gefên Îsraîlê li dijî Lubnanê û behsa rewşa bajarê El-Hudeyda yê Yemenê û hin mijarên din kir.

El-Quds El-Erebî: Rêjîmê komkujiyeke nû li gundewarên Idlibê pêk anî

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Quds El-Erebî behsa rewşa dawî li devera bêçek a Idlibê kir û got ku hevpeymana Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de eşkere tê binpêkirin. Rêjîma Sûriyeyê duh komkujiyeke nû li bajarokê Cercenaz ê başûrê Idlibê pêk anî û 10 welatiyên sivîl ku di nava wan de zarokek jî hebû, bûn qurbanî. Her wiha 10 welatiyên din jî birîndar bûn.

Hêzên rêjîmê li aliyekî din 7 endamên lihevkirinan ku li Siwêdayê piştgiriya hêza wê dikin, bi şaşî kuştin û 2 leşkerên rêjîmê di şerê DAIŞ'ê de hatin kuştin.

Şerq El-Ewsat: Pêşbirka Amerîka û Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyeyê li ser "Kembera di navbera du çeman de"

Der barê rewşa Bakurê Sûriyeyê û êrîşên artêşa Tirk li dijî welatiyên Bakurê Sûriyeyê de rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku artêşa Amerîkayê û hevkarên wê yên Sûriyeyê ji aliyekî ve û artêşa Tirk û tabûrên opozîsyonê ji aliyekî din ve li ser kembera sînorî ya di navbera her du çemên Firat û Dîcle yên Bakurê Sûriyeyê de di pêşbirkê de ne. Piştî ku Enqereyê Yekîneyên Parastina Gel ku pêkhateya sereke ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye û alîkariya xwe ji Amerîkayê werdigire toparan kirin.

QSD'ê ragihand ku hêzên Amerîkayê ji bo rewşa hêrsbûnê daxîne piştî gefên Enqereyê dewriyeyên xwe dide meşandin. Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ragihand ku koalîsyon serdanên leşkerî li herêmê bi rêk û pêk dimeşîne. Çavkaniyekî kurdî jî diyar kir ku dewriyeyên nû li ser sînor tên meşandin da ku rê li pêşiya êrîşên Tirkiyeyê bigire.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî ragihand ku îstixbarata Tirkiyeyê tabûrên çekdar ên opozîsyonê agahdar kirine ku xwe ji çalakiyeke leşkerî re ku Tirkiye dixwaze li rojhilatê Firatê pêk bîne, amade bikin.

El-Heyat: London bal dikişîne ser rola "Koma Kumspiyan" û alîkariya xwe bi wê re piştrast dike

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat behsa alîkariya Brîtanyayê bi Koma Kumspiyan re kir û piştrast kir ku ew alîkariya Koma Kumspiyan dike piştî ku ji aliyê Moskov û Şamê ve rastî tawanbariyan hat.

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ragihand ku wezîrê karên derve Jeremy Hant bi serokê Koma Kumspiyan Raêd El-Salih re civiya û xebatên komê li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Iraq

Der barê mijarên Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa parvekirina budçeya sala 2019'an kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Budçeya Iraqê ya sala 2019'an aloziyeke siyasî derdixe."

Rojnameya El-Heyat jî behsa çalakiya siyasî ya avakirina hikumeta Iraqê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Berhem Salih alîkariya Adil Ebid El-Muhdî dike da ku avakirina hikumetê temam bike."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Ereb behsa çalakiya hêzên Koalîsyona Erebî ya serweriya li ser bajarê El-Hudeyda kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Vegerandina El-Hudeydayê dawiya şer li Yemenê nêzîk dike."

Lubnan

Der barê gefên Îsraîlê li dijî Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl di peyamekê de bi rêya Fransayê gefan li Lubnanê dixwe."

Îran

Der barê mijarên Îranê de jî rojnameya El-Heyat behsa cezayên Amerîkayê li ser Îranê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Washington Tehranê ji "Swêft" dûr dixîne û cezayên wê 700 kes û statûyan digire nava xwe."

Rûsya

Rojnameya El-Ereb behsa daxwazbilindiyeke Rûsyayê li herêma Qoça Afrîkayê û başûrê Yemenê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya dixwaze hebûna xwe ya leşkerî li Qoça Afrîkayê ava bike û li hemberî serweriya Îmaratê derdikeve."