Zaroka şehîd Sara sibê tê oxirkirin

Saziya Malbatên Şehîdan a Girê Spî bang li hemû şêniyên herêma Firatê kir ku sibê tev li merasîma oxirkirina zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa bibin ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Girê Spî de şehîd bûye.

Zaroka şehîd Sara sibê tê oxirkirin
2 mijdar, 2018   10:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Ev çend roj e dewleta Tirk a dagirker êrîşî sînorê herêma Firatê dike. Di encama wê de çend endamên hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû.

Şeva derbasbûyî dewleta dagirker zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa ji gundê Til Findirê ku li rojavayê Girê Spî dimîne, şehîd kir.

Der barê mijarê de, Saziya Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî bang li hemû saziyên civaka sivîl û rêveberiyên herêma Firatê kir ku sibê seat di 13:00’an de beşdarî merasîma oxirkirina zaroka şehîd Sara Mistefa bibin.

ANHA