Koalîsyona Erebî bi hezaran leşker ber bi Hudeydayê ve birin

Hêzên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê li dijî koma Ensarullah (Hûsî) bi hezaran leşker ber bi bajarê El-Hudeyda ve birin.

Koalîsyona Erebî bi hezaran leşker ber bi Hudeydayê ve birin
1 mijdar, 2018   12:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî yên herêmî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihand ku hêzên Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê bi hezaran leşker ber bi bajarê El-Hudeyda ve birin da ku zextê li Hûsiyan bike ji bo vegerin rêya danûstandinên aştiyê ku bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî tê birêvebirin.

Amerîka û Brîtanya banga bidawîkirina şer di van sê salan de kir. Hin çavkaniyên alîgiriya Koalîsyona Erebî dikin ji Reutersê re ragihand ku 30 hezar leşker ber bi başûrê bajarê El-Hudeyda ve hatine birin û diyar kir ku di van rojên pêş de dê çalakiyeke leşkerî ya mezin li dijî Hûsiyan bidin destpêkirin.

Li hemberî wê Hûsiyan jî tedbîrên xwe di bajarê El-Hudeyda de girtine.

Şandeyê navneteweyî yê taybet ji bo Yemenê Martin Griffiths hewl dide çalakiya aştiyê ku di Îlona borî de hilweşiyabû, vejîne.

ANHA