‘Jina azad mîsogeriya Sûriyeyeke azad e’

Rêveberiyê Jinan a Tebqayê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrîşên li ser gundewarên Kobanê û Girê Spî zîhniyeta ku çeteyên DAIŞ`ê dixwest ferz bikin, dimeşîne.

‘Jina azad mîsogeriya Sûriyeyeke azad e’
‘Jina azad mîsogeriya Sûriyeyeke azad e’
‘Jina azad mîsogeriya Sûriyeyeke azad e’
1 mijdar, 2018   12:17

TEBQA

Îro Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Bi vê boneyê çalakî li gelek bajaran têne lidarxistin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Jinan a Tebqayê daxuyaniyek da û tekez kir ku jina azad mîsogeriya Sûriyeyeke azad e.

Daxuyanî ji aliyê Nesra Ebake ve li pêşiya avahiya Rêveberiya Jinan a Tebqayê ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin şervanên YPJ/YPG`ê li dijî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ`ê sekinîn û heta dawiyê li ber xwe da.

Her wiha hate destnîşankirin ku berxwedana Kobanê li şûna hemû cîhanê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû, li wê derê destpêka bidawîbûna çeteyan bû, di wê berxwedanê de bi sedan şervanên YPJ`ê canê xwe feda kir û di serî de şehîd Arîn û Rêvana yên ku cîhan li ber berxwedana wan matmayî ma û mîna berxwedana wan li dijî terorî sekinîn, heta dawiyê li ber xwe dan û bûn sembola têkoşîn û berxwedanê.

Daxuyaniyê bal kişand ser temamkirina dagirkeriya Tirk li dijî projeya ku çeteyên DAIŞ'ê têk şikandine û topbarana Tirkiyeyê li dijî gundên Kobanê û Girê Spî nîşana vê yekê ye û berdewama dagirkirina axa Sûriyeyê û di serî de Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jina azad mîsogeriya Sûriyeyeke azad e.

(bx)

ANHA