'Wekî îro gelên cîhanê bi tîpên zêrîn dîroka hevgirtina xwe nivîsand'

Emîne Umer got wekî îro gelên cîhana azad hevgirtina xwe ragihand. Ebid Hamid El-Muhbaş jî got ku dirindeya DAIŞ'ê li ber dîwarên keleha Kobanê têk şikest û ev serkeftin di dîrokê de bi tîpên zêrîn hate nivîsandin.

'Wekî îro gelên cîhanê bi tîpên zêrîn dîroka hevgirtina xwe nivîsand'
1 mijdar, 2018   11:59

KOBANÊ

Hevseroka Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Emîne Umer beşdarî şahiya salvegera Roja Kobanê bû ku li bajarê Kobanê tê lidarxistin. Emîne Umer di şahiyê de axivî û wiha got: "Wekî îro yekitiya îradeya gelên azad ên cîhanê pêk hat û piştgiriya xwe ji bo pêkanîna edaletê bi berxwedana Kobanê re ragihandin. Di her kolaneke vî bajarî de berxwedaneke efsaneyî ji aliyê şervanên YPG'ê û YPJ'ê yên wekî têkoşer Arîn Mîrkan pêk hatiye. Kobanê bi ser ket û dijminên mirovahiyê têk şikestin."

Emîne Umer di axaftina xwe de bal kişand ser alîkariya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞ'ê re dema ku êrîşî Koban dikirin û got ku niha di salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê de artêşa Tirk êrîşî herêmên ewle dike û sivîlan armanc dike."

Emîne Umer got ku tu hinceta êrîşa Tirkiyeyê tune ye û piştrast kir ku aliyê tekane sûd ji berdewama aloziya Sûriyeyê werdigire Tirkiye ye û wiha domand: "Tirkiye sûd ji aloziya Sûriyeyê werdigire û ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne herêmên Sûriyeyê dagir dike û alîkariya komên çete dike û armanca wê ya sereke mayîna çeteyên DAIŞ'ê ye."

Emîne Umer destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze şerekî derxe da ku zexta li ser DAIŞ'ê kêm bike û bang li civaka navneteweyî kir ku helwesta xwe zelal nîşan bidin û wiha anî ziman: "Eger civaka navneteweyî bi erk û berpirsyariya xwe ranebe, ew dikarin herêmên ku bi xwîna şehîdan rizgar kirine, biparêzin."

El-Muhbaş: Li ber dîwarên keleha Kobanê dirindeya DAIŞ'ê hate têkşikandin

Di şahiyê de her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Ebid Hamid El-Muhbaş axivî û bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Dema ku komên çete yên DAIŞ'ê xwestin Kobanê dagir bikin welatî û şervanên Kobanê berxwedaneke bêhempa ji bo parastina bajarê xwe da meşandin û gelek şehîd dan."

El-Muhbaş wiha domand: "Li vir DAIŞ hate şikandin. Li ber dîwarê keleha berxwedana Kobanê dirindeya DAIŞ'ê ji aliyê şervanên berxwedêr ve hate têkşikandin û dîroka lehengiyê bi tîpên zêrîn nivîsandin. Dirindeya DAIŞ'ê ku dihat gotin ku tu carî nayê şikandin li vê herêmê tunekirina DAIŞ'ê dest pê kir û niha li Dêrazorê tê bidawîkirin."

El-Muhbaş got bila Erdogan û komên terorîst ku alîkariya xwe ji wî werdigirin baş bizanibin ku pêkhateyên herêmê dê li hemberî hovîtiya wan li ber xwe bidin û wiha domand: "Rêjîma Tirkiyeyê dixwaze zexta li ser DAIŞ'ê kêm bike û baldariya QSD'ê bi van êrîşên xwe li dijî Bakurê Sûriyeyê tevlihev bike."

Şahî bi axaftinên rayedaran û pêşkêşkirina dîmenên hunerî berdewam dike.

ANHA