Pira Xes dîsa sererastkirin

Şaredariya Gel a bajarokê El-Keramê ya girêdayî bajarê Reqayê Pira Xes a li Wadî Şêx Mûsa ji nû ve sererast dike.

Pira Xes dîsa sererastkirin
Pira Xes dîsa sererastkirin
Pira Xes dîsa sererastkirin
Pira Xes dîsa sererastkirin
1 mijdar, 2018   10:00

REQA

Pira Xes li Wadî Şêx Mûsa li bajarokê El-Hos ê gundên rojhilatê Reqayê ye. Ji ber ku Pira Xes li ser rêya navdewletî ya bajarên Reqa, Dêrazor û bajarê Mûsilê ye, girîngiyeke xwe heye.

Hefteya derbasbûyî baraneke zêde li herêma Reqa bariya, baran ji herêma Badiya ber bi Wadî Şêx Mûsa ve çû û pira Xes hemû hate rûxandin. Şaredariya Gerl a Keramê dest bi sererastkirina pirê kiriye.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzeriyê ya Şaredariya Gel a Keramê Omer El-Esaf destnîşan kir ku wan du ebare danîne ku karibin li ser bimeşin, pira hilweşiyayî ji nû ve tê sererastkirin û ji ax û keviran tê paqijkirin. El-Esaf diyar kir ku di demeke nêz de dê Pira Xes ji nû ve bikeve xizmetê."

(jo)

ANHA