Şêniyên Reqayê: 1'ê Mijdarê roja azadiyê, hildana ala aştiyê ye

Şêniyên Reqayê destnîşan kirin ku hilweşandina DAIŞ'ê li Kobanê têkçûna dewleta alîgirê wan e.

Şêniyên Reqayê: 1'ê Mijdarê roja azadiyê, hildana ala aştiyê ye
1 mijdar, 2018   09:53

HEMED EL-MISTEFA-EMAR EL-XELEF / REQA

Îro, Roja Cîhanî ya Piştgriya berxwedana Kobanê ye. Berxwedana Kobanê û serkeftinên mezin li hemberî êrîşên DAIŞ'ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, dergeha sereke ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê peytexta DAIŞ'ê bû ؘû her wiha destpêkirina rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Bi boneya salvegera çaran a Roja Cîhanî ya Piştgriya Kobanê, şêniyên bajarê Reqayê ev roj silav kirin û wiha gotin "Îro em weke şêniyên bajarê Reqayê me  êşa herî mezin ji zulma çeteyên DAIŞ'ê kişandiye. Em wê berxwedanê û piştgriya cîhanî bi şêniyên Kobanê ya ku bûye keleha asêkirî li dijî hovantirîn êrîşên berberî yên DAIŞ'a Erdoxan silav dikin."

Kobanê bajerêk biçûk bû lê afsaneya DAIŞ'ê şikand

Ehmed El-Ibrahîm ê ji şêniyên bajarê Reqayê ye got: "piştî berxwedana Kobanê Reqa û gundewarê Dêrazor ji terorê rizgar bûn. Ev bajarê biçûk, afsaneya DAIŞ'ê û xilafeta îdiakirî ya ku hin hêzên herêmî di serî de dewleta Tirk a faşîst xêz kiribûn, şikand."

El-Ibrahîm diyar kir ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) çeteyên DAIŞ'ê di nav kolan û rêyên Kobanêya biçûk têk birin. Berxwedana destanî ya şervanan ket nav rûpelên dîrokê û wiha domand: "Şervanan soza ku dabûn gelê Sûriyeyê bi cih anîn. Teror têk birin û tevahiya cîhan û civaka Sûriyeyê ji wan nexweşiyên mikrûbî paqij kirin."

1'ê Mojdarê roja serkeftin û fedekariyan e

Parêzer û hiqûqnas Qasim El-Hemadî yê ji şêniyên taxa El-Meşleb a Reqayê, ev roj bi roja serkeftin, destan û fedekariyan şayesand û wiha got: "Em weke şêniyên bajarê Reqayê berxwedana Kobanê û qehremantiya wan a dîrokî li dijî terora cîhanî bi bîr dixin."

Di berdewama gotinên xwe de Qasim El-Hemadî got: "Serkeftinên li hemberî DAİŞ’ê li bajarekî biçûk navê wê Kobanê destpê kir. Ji vê herêmê biratiya gelan, edalet û wekhevî belav bû. Roja 1'ê Mijdarê ne mîna rojên din e, lê belê roja azadiyê û hildana alên aşityê li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê ye."

Her wiha Qasim Al-Hemadî destnîşan kir ku piştgiriya gelên cîhanê ku dan berxwedana Kobanê bû sedema gihaştina wan ji jiyana hevpar li ser bingeha biratiya gelan, dildarî û hedanê û wiha got: "Ev ispata vîna gelên azad ên ku li ser terorê bi serketiye ye."

Hilweşandina DAIŞ'ê li Kobanê yekemîn têkçûna hêzên alîgirên wan e

Hesen Mistefa yek ji şêniyên bajarê Reqayê ye. Hesen Roja Cîhanî ya Piştgriya Kobanê pîroz kir û destnîşan kir ku Kobanê bingeha sereke ji bingehên berxwedanê ye. Ew mucîzeya serdemê bû ku li dijî hovantirîn êrîşên terorîst ên tundrew ku çeteyan bi alîkariya pergalên herêmî û bi taybet li hember pergala Erdogan sekiniye.

Hesen wiha dewam kir: "Bê guman piştî ku rûpela tarî ya hêzên zordaran hate tewandin em haletek ji serfiraziyê û kêfxweşiyê dijîn. Hilweşandina DAIŞ'ê li Kobanê têkçûna dewleta alîgira wan e."

Her wiha Hesen xuya kir ku bajarê Kobanê piştî ku yekemîn destanên qehremaniyê li herêmê xêz kir, bûye qubleya şoreşger û têkoşeran.

(şx)

ANHA