Şahiya roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dest pê kir

Li bajarê Kobanê bi boneya salvegera roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re bi beşdarbûna hezaran welatiyên Kobanê û Bakurê Sûriyeyê dest pê kir.

Şahiya roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dest pê kir
Şahiya roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dest pê kir
Şahiya roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dest pê kir
Şahiya roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dest pê kir
Şahiya roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re dest pê kir
1 mijdar, 2018   09:43

KOBANÊ

Çalakiya şahiya salvegera roja cîhanî ya piştgiriya bi bexwedana Kobanê re li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi beşdarbûna hezaran welatiyên Bakurê Sûriyeyê dest pê kir.

Di şahiyê de kesayetên siyasî û gelek şandeyên ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar dibin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê Enwer Muslim axivî û bixêr hatina beşdaran kir.

Muslim êrîşên artêşa Tirk li dijî welatiyên Bakurê Sûriyeyê şermezar kir û got ku ev girseya gel nîşana hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li dijî van êrîşan e û wiha got: "Ji bo pêkanîna Sûriyeke piralî, nenavendî û demokratîk ew bi israr in". Muslim bang li civaka navnetewî kir ku li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê helwesta xwe zelal nîşan bidin.

Çalakiyên şahiyê hêjî berdewam dikin.

ANHA