Mala Mûnê ya Tebqayê amadekariyên zivistanê didomîne

Projeya Mala Mûnê ya girêdayî Meclisa Jinan a Tebqayê amadekirina xwarinên zivistanê bi hemû cureyên xwe bi hatina zivistanê re didomîne.

Mala Mûnê ya Tebqayê amadekariyên zivistanê didomîne
Mala Mûnê ya Tebqayê amadekariyên zivistanê didomîne
Mala Mûnê ya Tebqayê amadekariyên zivistanê didomîne
Mala Mûnê ya Tebqayê amadekariyên zivistanê didomîne
1 mijdar, 2018   08:45

TEBQA

Mala Mûnê ku Rêveberiya Jinan a Tebqayê beriya 2 meh û nîvan vekiribû, yekemîn projeyên rêgeza pêkanîna debara xwe bi xwe û bi çalakiyên jinan berfireh dike.

Mala Mûnê niha gelek cureyên xwarinên zivistanê yên mîna zeytûn, mekdûs, milûxiyê, salçeya îsotê û fasûliyan amade dike. Beriya vê gelek cureyên tirşî hatibûn amadekirin.

Li gel amadekariyên cureyên xwarinê yên zivistanê Mala Mûnê ji bo bi dehan jinan derfetên kar, bir armanca sivikkirina barê wan û rewşa jiyanê ya dijwar peyda dike.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Sûad El-Reşîd destnîşan kir ku Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Jinan a Tebqayê niha projeya vekirina dikanekê di nav sûka Tebqayê ya navendî de ji bo teşwîqkirina berhemên Mala Mûnê dinirxîne.

Meclisa Jinan li gundê El-Sefsaf hilberîna nezî 200 darên zeytûnê jî temam kiriye.

(şx)

ANHA