Antonio Guterres li şûna De Mistura şandeyekî nû erkdar dike

Sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dîplomatê Norwecê Geir Pedersen wek şandeyê nû ji bo Sûriyeyê li şûna De Mistura dê erkdar bike.

Antonio Guterres li şûna De Mistura şandeyekî nû erkdar dike
31 cotmeh, 2018   12:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Tê payîn ku şandeyê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyeyê Staffan De Mistura di hefteya dawîn a Mijdarê de peywira xwe bi dawî bike. Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dîplomatekî Norwecê Geir Pedersen li şûna De Mistura erkdar kir.

Guterres di daxuyaniyeke Konseya Ewlehiyê de diyar kir ku Pedersen dê alîkariya aliyên Sûriyeyê bike da ku çareseriyeke siyasî ya berfireh û hêjayî baweriyê hêsan bike û daxwazbilindiyên demokratîk ên gelê Sûriyeyê pêk bîne.

Geir Pedersen di sala 1955'an de li bajarê Oslo yê Norwecê ji dayik bûye û wek sefîrê Norwecê li Çînê di 9'ê Hezîrana 2017'an de hate erkdarkirin. Ji sala 2012'an heta 2017'an jî nûnerê hemdem ê Norwecê li ba Neteweyên Yekbûyî bû. Her wiha di paya rêveberê giştî yê rêveberiya Neteweyên Yekbûyî û aştiyê û karûbarên mirovî de ya Wezareta Karên Derve ya Norwecê de jî cih girt.

Pedersen wek koordînatorê taybet li Lubnanê li ser asta wekîlê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji sala 2005'an heta 2008'an hate erkdarkirin. Ji sala 1998'an heta 2003'yan jî cihê xwe di paya nûnerê Norwecê li ba desthilatdariya Filistînê de girt.