'Dewleta Tirk hewl dide zexta li ser DAIŞ'ê kêm bike'

Hemdan El-Ebid got armanca êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên rojhilatê Firatê ew e ku zexta li Dêrazorê ya li ser çeteyên DAIŞ`ê kêm bike û komên terorîst ên li Idlibê dilaram bike.

'Dewleta Tirk hewl dide zexta li ser DAIŞ'ê kêm bike'
31 cotmeh, 2018   09:44

DÎCLE EHMED / KOBANÊ

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Kobanê û Girê Spî ku di encama wê de endamekî hêzên Erka Xweparastinê şehîd bû û yek jî birîndar bû, ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Hemdan El-Ebid got armanca daxuyaniya Erdogan der barê gefên li ser herêma rojhilatê Firatê ew e ku zexta li ser çeteyên DAIŞ`ê  kêm bike.

El-Ebid wiha domand: "Topbarana li dijî rojhilatê Firatê ew e ku Tirkiye dixwaze komên terorîst ên li Idlibê dilaram bike û vê yekê Tirkiyeyê li hemberî vebijêrkên ku yan dê şerê Cebhet El-Nusra bike yan jî dê şerê Rûsyayê bike rû bi rû dihêle. Ji ber vê yekê Tirkiye hewl dide baldariyê bikişîne ser herêmên rojhilatê Firatê û ev yek dijberiyeke li hemberî hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Amerîkayê ye."

Hemdan El-Ebid diyar kir ku dê li hemberî destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê li ber xwe bidin û li benda bersiva Koalîsyona Navneteweyî û Amerîkayê der barê siyaseta Tirkiyeyê de ne.

ANHA