Ji ber barana zêde xebatên sererastkirina pirê sekinîn

Ji ber hilweşandina pira ku bajarê Hesekê bi navçeya Şedadê ve girê dide, gelek pirsgirêk ji sivîlên herêmê re çêdibin. Pir dikeve gundê Hedadiyê, ji ber wê şêniyên gund bang li Şaredariya Gel kir ku pirsgirêkê çareser bikin. Ji aliyê xwe ve şaredariyê xuya kir ku xebatên sererastkirinê bi sedema barîna baranê rawestiyan û diyar kir ku di demeke nêz de xebat dê bidomin.

Ji ber barana zêde xebatên sererastkirina pirê sekinîn
Ji ber barana zêde xebatên sererastkirina pirê sekinîn
Ji ber barana zêde xebatên sererastkirina pirê sekinîn
Ji ber barana zêde xebatên sererastkirina pirê sekinîn
Ji ber barana zêde xebatên sererastkirina pirê sekinîn
Ji ber barana zêde xebatên sererastkirina pirê sekinîn
31 cotmeh, 2018   08:56

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Gundê Hedadiya yê girêdayî navçeya Erîşe û 40 km dikeve başûrê bajarê Hesekê. Ji ber zilma DAIŞ'ê dema herêm zêdetirî 2 salan dagirkirî bû, şêniyan gelek azar kişandin. Lê piştî ku herêm ji hêla QSD'ê ve di 22'yê Sibata 2016'an de di pêngava Kezaba Xabûr de hate rizgarkirin, şênî gihaştin aramiyê.

Li gundê Hedadiyê pireyek ku navçeya Şedadê bi bajarê Hesekê girê dide heye. Her wiha pir gundên derdora navçeyê bi hev ve girê dide. Ev pir rêya tekane ye ku van gundan bi navçeya Şedadê û bajarê Hesekê ve girê dide. Lê hilweşîna wê dibe sedema gelek pirsgirêkan. Dema baran dibare, çûyîna şêniyan ser karên xwe asteng dibe.

Lê pirsgirêka herî mezin di encama hilweşîna pirê de dertê holê, gihaştina sahrîcên avê ji wan gundan re asteng dike. Ji ber ku sahrîc nikarin di ser pirê re derbas bibin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Eswed El-Redwan ê ji şêniyên gundê Hidadiyê wiha got: "Ji ber hilweşîna pirê em zehmetiyan dikişînin. Her wiha di zivistanê de dibe sedema gelek pirsgirêkan." El-Redwan bang li Şaredariya Gel a Hedadiyê kir ku bi lez beriya zivistanê  pirê sererast bikin. Ji ber ku hilweşandina pirê rê li ber gihaştina wan ji zeviyan re asteng dike.

Ji aliyê xwe ve Xelef Hisên bang li şaredariya gund kir ku pirê di zûtirîn demê de sererast bike. Ji ber ku di zivistanê de dibe sedema qezeyan.

Ji bo gihandina gilî û rexneyên şêniyan ji aliyên têkildar re ajansa me Hawarê bi hevserokê Şaredariya Gel a Hedadiyê Abdullah Taha re hevpeyvînek çêkir. Taha di destpêka gotinên xwe de wiha got: "Şaredariya Gel a bajarokê Hedadiyê di meh û nîv berê de dest bi sererastkirina pirê kir. Heta niha nîvê projeyê hatiye temamkirin. Lê ji ber barîna baranê ev kar rawestiya."

Taha destnîşan kir ku dê di zûtirîn demê de û beriya ku baran bibare, xebatên sererastkirina pirê biqedînin.

(şx)  

ANHA