Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Mosko gumana dijwarbûna li Idlibê piştî ku rayedarên rêjîm gef li Tirkiyeyê xwarin ku nikarbû xalên hevpeymanê pêk bîne sînordar kir. Erdogan jî gefa êrîşan li dijî herêmên rojhilatê Firatê dixwe. serokê hikûmeta Îraqê li hemberî dijberiyên mezin rû bi rû dimîne. Li Lubnanê jî çalakiya sîyasî careke din hate astengkirin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
31 cotmeh, 2018   08:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behda rewşa Idlibê û gefxwarinên Tirkiyeyê li dijî herêmên rojhilatê Firatê kirin. her wiha bal kişandin ser çalakiya siyasî ya avakirina hikûmetên Îraq û Lubnanê û behsa xebatên navnetewî ji bo çareserkirina aloziya Yemenê kirin.

Şerq El-Ewsat: Kirêmlên hêrsa Şamê ya ber bi dijwarbûna li Idlibê dişkîne

Rojnameyên erebî girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê behsa rewşa Idlibê kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Kirêmlên hêrsa rêjîmê ya gumana destêkirina çalakiyeke leşkerî li Idlibê dişkîne, piştî ku rayedarên hikûmeta Sûriyeyê behsa têkçûna Tirkiyeyê di pêkanîna xalên hevpeymanê de kirin ku nikare çekên giran ji devera bê-çek vekişîne. Berdevkê serokatiya Rûsya Dîmetrî Pîskov diyar kir ku Tirkiye kedeke mezin dide meşandin da ku erkdariyên xwe pêk bîne.

El-Ereb: Tirkiye amadekariya êrîşeke berfireh li dijî rojhilatê Firatê dike

Rojnameya El-Ereb behsa gefxwarinên Tirkiyeyê li dijî herêmên rojhilatê Firatê kir û got ku serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan ragihandiye ku welatê wî amadekariyên destpêkirina êrîşeke berfireh li dijî herêmên rojhilatê Firatê bidawî kirine da ku Yekîneyên Parastina Gel a Kurd ku alîkariya xwe ji Waşintonê werdigire tune bike.

Rojnameyê da zanîn ku li gorî çavdêran evan daxuyaniyên Erdogan ên dubare der barê êrîşa li dijî rojhilatê Firatê diyar dike ku Enqere bi aliyê Amerîka re lihevhatinek pêk aniye û çavdêran dane zanîn ku ne pêkan e Tirkiye bêyî erêkirina Amerîka êrîşî rojhilatê Firatê bike. Çavdêran her wiha diyar kirin ku Enqere ji dosya kuştina Xaşiqçî  sûd wergirtiye û lihevkirinek bi Emerîka re pêk aniye ku berhema wê serbestberdana keşeyê Amerîkî Androw Branson bû û gotin ku dibe di nava lihevkirinan de mijara Kurdên Sûriyeyê hebe û dawiyê li daxwazbilindiyên Kurdan li Bakurê Sûriyeyê bîne.

Lubnan

Der barê çalakiya siyasî ya ji bo avakirina hikûmeta Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku astengiyên nû li pêşiya avakirina hikûmeta Lubnanê derdikevin û manşêteke xwe wiha binav kir: "Der barê avakirina hikûmetê Ewn û Herîrî hevdîtineke şêwrê lidar xistin".

Îraq

Der barê xebatên avakirina hikûmeta Îraqê de jî rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha binav kir: "Dijberiyên hundirîn û derve li hemberî serokwezîr derdikevin û mayîndina wî dixe metirsiyê".

Filistîn

Girêdayî mijar û aloziya Filistînê jî rojnameya El-Heyat behsa rawestandina kordîneya di navbera rêxistina Rizgariya Filistînê û Îsraîlê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Meclîsa Navendî ya Filistînê xemsariyê dike û ferman dide komîteyê da ku pêkanîna biryarê lêkolîn bike".

Yemen

Girêdayî dosya aloziya Yemenê de jî rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha binav kir: "Pompeo banga agirbestê li Yemenê û alîkariya bi şandeyê navnetewî re dike".