Li Reqayê dema berhevkirina garisan

Mewsima çandina garis ji mewsimên herî serkeftî li bajarê Reqayê tê hesibandin. Yekser piştî hilberandina genim tê çandin. Her wiha lêçûna wê herî kêm e.

Li Reqayê dema berhevkirina garisan
Li Reqayê dema berhevkirina garisan
Li Reqayê dema berhevkirina garisan
Li Reqayê dema berhevkirina garisan
Li Reqayê dema berhevkirina garisan
Li Reqayê dema berhevkirina garisan
Li Reqayê dema berhevkirina garisan
31 cotmeh, 2018   08:48

EMAR EL-XELEF / REQA

Şêniyên bajarê Reqayê dest bi berhevkirina garis kir. Li gorî cotkaran mewsima îsal baş bû û ji aliyê hilberînê ve ji sala par cudatir e.

Rûbera zeviyên bajarê Reqayê ku bi garis hatine çandin, derdora 35 hezar dinom e. Hilberîna her donimekî 600 kg ji garis e. Hilberîna îsal li gorî salên borî baş tê hesibandin û hilberîna îsal gihaşt 21 hezar tonan.

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokê Komîteya Çandiniyê yê Buroya Masîkariyê ya ku dikeve taxa El-Teyar, Îsa El-Hemedî axivî û wiha got: "Garis piştî hilberandina genim û ceh di meha havînê de tê çandin û di meha Cotmehê de tê çinîn." El-Hemadî destnîşan kir ku ew nikarin berhemê ji şêniyan bikirin û wiha domand: "Ji ber neamadebûna kargeha zuhakirina garis ku çeteyan bi zanabûn bi temamî wêran kiriye, em nikarin berhemê ji cotkaran bikirin."

Cureyên garis ên ku li Reqayê tên çandin

Çandiniya garis ji hilberînên ku yekser bi cureya wê ve girêdayî ye tê hesbandin. Piraniya tovan ji derve bi rêya bazirganan tên.

Cureyên herî zêde li Reqayê têne çandin danana, goldin û her wiha cureyên herêmî ne. Ev cur bi kalîteya xwe ya bilind tên naskirin.

Danana; ev cureya garis herî zêde li zeviyên deştî tê çandin. Bi dirêjbûna xwe ku digihîje metreyek û nîv. Hilberîna her donimekî ji vê cureyê 550-600 kg e.

Goldin; ev cure jî ya herî zêde li zeviyên deştî û ku nêzî avê ne, tê çandin. Ev cure bi dirêjbûna şitla garis heta 2 metreyan tê naskirin. Hilberîna her donimek 550-700 kg garis e.

Garisê herêmî; ji ber erzanbûna kirîna wê pir tê çandin. Ev hilberîn ji tovên garis ên berê tê derxistin û dirêjbûna şitla wê ne diyar e.

Hêsaniyên ku Komîteya Çandiniyê ji cotkaran re pêşkêş dike

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, yekser Meclisa Sivîl a Reqayê ku ji gelek komîteyên xedemî pêk tê, bi armanca peydakirina pêdiviyên şêniyan hate avakirin. Komîteya Çandiniyê yek ji wan e. Komîteyê ji bo peydakirina pêdiviyên cotkaran ji sotemenî, semad û heta lidarxistina panelên zanistî yên girêdayî çandiniyê, dixebite.

Her wiha komîte bi rêya dermanxaneyên beyterî dermanan ji cotkaran re pêşkêş dike û navendên parastinê li tevahiya Reqayê vekirine.

(şx)

ANHA