Artêşa Sûriyeyê : Hevpeymana Idlibê tê binpêkirin

Fermandarekî leşkerî yê girêdayî hêzên rêjîma Sûriyeyê gefa êrîşeke leşkerî li devera bê-çek xwar piştî ku nîşan da ku aliyê Tirkiyeyê li gorî hevpeymanê tevnegeriya ye.

Artêşa Sûriyeyê : Hevpeymana Idlibê tê binpêkirin
30 cotmeh, 2018   12:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sputnik li ser navê çavkaniyekî leşkerî yê paya bilind ê girêdayî hêzên rêjîma Sûriyeyê ragihand ku artêşa Sûriyeyê dê operasyoneke leşkerî li devera bê-çek  pêk bîne eger rêxistinên terorîst êrîşên xwe li dijî baregehên rêjîmê berdewam bikin û bi taybet li gel têkçûna Tirkiyeyê di pêkanîna hevpeymana Soçî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de.

Heman çavkanî da zanîn ku çalakiya leşkerî eger komên çekdar êrîşên xwe li eniyên gundewarê Hema û Idlibê berdewam bikin dê pêk were. Her wiha da zanîn ku eniya gundewarê bakurê Hemayê ev çend roj in rastî şer û êrîşan ji aliyê komên çekdar û bi taybet çekdarên rêxistina Huras El-Dîn ve tê. Herî dawî van komên çekdar êrîşeke li dijî baregeheke  rêjîmê ya li derdora girê El-Zehra El-Aliyê li nêzî bajaroka Soran pêk anîn û artêşa Sûriyeyê jî bersiva jêdera topbaranê da.

Heman çavkanî destnîşan kir ku hêzên artêşa Sûriyeyê tevgera artêşa El-Izê şopand û diyar bû ku alîkariyeke leşkerî ya mezin ji başûrê Idlibê ber bi eniya El-Letamnê ve dibe û ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve hate topbarankirin. Di encamê de hejmareke alavên leşkerî hatin teqandin û gelek çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavkanî eşkere kir ku aliyê Tirkiyeyê heta niha nikare serweriya komên çekdar bike û ji devera bê-çek vekişîne û got  êdî ev rewş nayê tehmûlkirin. Eger ev rewş berdewam bike hêzên rêjîmê bi bersivdayînê sînordar namîne û dê çalakiyeke leşkerî ya berfireh li herêmê pêk bîne.

Li gundewarê bakurê Hemayê gelek tabûrên ku dilsoziya Cebhet El-Nusra dikin belav dibin. Piraniya çekdarên van tabûran  çeteyên ji Çîçan û Ozbakistanê ne.