QSD'ê encamên şerê du hefteyên borî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) encamên şerê du hefteyan a "Şerê Tinekirina Terorê" bi daxuyaniyekê eşkere kir.

QSD'ê encamên şerê du hefteyên borî eşkere kir
30 cotmeh, 2018   11:32

Ssernûçeeee

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şerê du hefteyên borî ya "Şerê Tinekirina Terorê" eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin DAIŞ'ê ji bahoza tozê sûd wergirt û bi çekên cûda êrîşî hêzên QSD'ê kirine. Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku şervanên QSD'ê hemû êrîşên DAIŞ'ê şikandine.

Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:

"Rêxistina terorîst di van 15 rojên borî de ji bahozên tozê ku li herêmê rûdane sûd wergirt û ji nuşka ve ji hemû aliyan ve êrîş bi ser şervanên QSD'ê de birin. Terorîstan di êrîşa xwe de çekên cûda yên giran û sivik bikar anîn. Her wiha tirimpêlên bombekirî û êrîşîn xwekujî bikar anîn. Terorîstan di encamê de karibûn hin xalan bi dest xwe ve bînin. Li bajaroka Sûsê jî şerekî giran rû da û çete derbasî hin taxên bajarok bûn û şer li vir dijwar berdewam bû. Terorîstan nikaribû serweriya xwe di bajarok de ferz bikin.

Tevî dijwarbûna şer, şervanên me terorîst neçarî paşvekişandinê kirin û ziyanên mezin gihandin wan.

Li aliyê Baxoz, rêxistina terorîst ji sê aliyan ve di saetên sibehê de êrîş pêk anîn û şerekî dijwar heta dema nîvroj di navbera şervanan û terorîst de rû da. Terorîstan hewl dan 4 tirimpêlên bombekirî di nava şervanan de biteqînin, lê şervanan tedbîrên xwe baş girtin û beriya ku tirimpêl bigihêjin armancên xwe teqandin.

Di şer de bêtirî 36 terorîst hatin kuştin û cenazeyên wan hêjî li qada şer mane.

Ji aliyekî din ve, şervanên me du tirimpêlên doçka li ser û du tirimpêlên Hamar bi çeka RBG teqandin û di vî şerî de jî 43 terorîst hatin kuştin û cenazeyên 20 terorîstan ketin destên şervanan.

Di saetên piştî nîvroj de, rêxistina terorîst xwest bi tirimpêleke bombekirî tola xwe hilîne û hewlda xetên pêşîn ên şervanan bişkîne. Şervanan jî tirimpêl beriya ku ji wan ve nêzîk bibe teqandin.

Komeke din a terorîstan xwest şervanan bixe dorpêçekê lê hişyarbûna şervanan êrîşa terorîstan şikandin û di encamê de şerekî dijwar rû da û hejmareke terorîstan hatin kuştin û yên din jî neçar man ji qada şer birevin.

Encamên dawî yên şer wiha ne

- Hejmara kuştiyên terorîstan: 79 terorîst

- Êrîşên ezmanî yên Koalîsyona Navnetewî: 18 êrîşîn ezmanî

- Hejmara fûzeyên li dijî baregehên terorîstan hatine avêtin: 8 fûze

- Ziyanên terorîstan: 5 tirimpêlên bombekirî, 2 tirimpêlên Hamar û 3 tirimpêlên doçka li ser hatin teqandin û 18 xaniyên ku terorîstan xwe têde diparastin, hatin rûxandin.

- Hejmara şervanên hêzên me ku şehîd bûne: 21 şehîd û hin şervanên me yên din jî birîndar bûn.