Meclisa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe ya yekem a asayî lidar xist

Meclisa Sivîl a Dêrazorê û endamên komîteyên meclisê di civîna asayî ya yekemîn de kar û xebatên xizmetguzarî û çawayîna pêşxistina karên saziyan bi awayekî zêdetir nîqaş kirin.

30 cotmeh, 2018   10:42

DÊRAZOR

Piştî salekê ji avakirina Meclisa Sivîl a Dêrazorê û nirxandina kar û xebatên wê  li herêm ku 7 salan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû, civîna asayî ya yekemîn hate lidarxistin.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi dirûşemya "Di salekê de em karên xwe binirxînin û li ser esasê xebatên berê tiştên nû bikin" civîna xwe ya asayî ya yekem bi komîte û meclisên herêmî yên girêdayî meclisê lidar xist.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, xizmetguzarî, tendirûsît, rêxistinên mirovahî, çandinî, têkliyên giştî, birûya aborî her wiha hevserokên komînên bajarokê El-Kesra, El-Hirmûşiye, Xeta Ebû Xeşeb, Hemmar El-Elî, Hemar El-Kesre, El-Sawa,Hewayic, Mihêmîdiyde, Sefîra û El-Hîsan beşarî civînê bûn, Hevsrokatiya Meclis Zagnosaz a Dêrazorê, fermandarên leşkerî, ewlehî û rêveberên Meclisa Sivîl a Dêrazorê tev li civînê bûn.

Di civînê de rewşa herêmê bi giştî û nexasim pêşketinên herî dawî yên Hemleya Bagera Cizîrê hatin nirxandin.

Paşê endamên komîteyan li ser rewşa rêveberî, xizmetguzarî û perwerdeya ku ji aliyê komînan ve tê lidarxistin, gilî, gazinc, xwestek û pêşnyar di hemû aliyên jiyanê de û pêwîstiyên şêniyan di demsala zivistanêde nirxandin kirin.

Her wiha di civînê de li ser kar û xebatên komîte û meclisên herêmî, erkên komîte û komînan da ku saziyên sivîl û şêniyên herêmê bi hev re pêşerojeke xweş ji herêmê re ava bikin, nîqaşên berfireh hatin kirin.  

Di civînê de beşdaran teqez kirin ku ew ê heta dawiyê li gorî derfetên xwe xizmeta şêniyên bikin, hemû şaştiyên berê derbas bikin û spasya şervanên QSD`ê kirin ku li dijî çeteyên DAIŞ`ê ji bo rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji zilm û zora çeteyan, şer dikin, kirin.

(bx)

ANHA