Rêveberiya aşan ji bo peydakirina arvan ked dide

Saziya Giştî ya Rêveberiya Aşan a Reqayê ji bo peydakirina arvan ji 81 firinên bajarê Reqayê û gundewarê wê re dixebite û kedeke mezin dide. Rêveberiyê bi armanca peydakirina nan ji şêniyan re hewl dide firinên nû vebike.

Rêveberiya aşan ji bo peydakirina arvan ked dide
Rêveberiya aşan ji bo peydakirina arvan ked dide
Rêveberiya aşan ji bo peydakirina arvan ked dide
Rêveberiya aşan ji bo peydakirina arvan ked dide
Rêveberiya aşan ji bo peydakirina arvan ked dide
Rêveberiya aşan ji bo peydakirina arvan ked dide
Rêveberiya aşan ji bo peydakirina arvan ked dide
30 cotmeh, 2018   10:56

EMAR EL-XELEF / REQA

Bi armanca vejandina bajarê Reqayê, Saziya Giştî ji vû dest bi xebatê kir û arvana bi kalîte ji hemû bajêr re peyad kir. Her wiha derfetên kar ji şêniyan re peyda dike.

Saziya Rêveberiya Aşan 8 km bakurê bajarê Reqayê dikeve.

Saziyê arvan peyda dike û li hemû firinên bajêr belav dike. Hejmara firinên bajêr 81 in. Jê 70 di nav bajêr de û 11 li gundewar in di nav wan de giştî û taybet hene.

Hêza hilberînê ya rojane zêdetirî 35 ton arvan e. Tê zanîn ku bajarê Reqayê rojane 150 ton arvan xerc dike. Her wiha miqdara mayî ji herêmên Bakurê Sûriyeyê tîne. Buhaya her tonek 53 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Makenîzmeya belavkirinê

Arvan li gorî serjimariya her herêmekê li firinan tê belavkirin. Ev serjimarî meclisên herêmî û komîn pê radibin û şêniyan dijmêrin. Li gorî serjimariya bajarê Reqayê, bajêr a herî zêde arvan xerc  dike.

Arvan bi rêya erebeyên diyarkirî li ser firinên ku ruxset girtine tê belavkirin.

Astengiyên ku rastî Saziya Rêveberiya Aşan tên

Piraniya firinên bajarê Reqayê û gundewarê wê ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatine şewitandin, talankirin û wêrankirin.

Amûr û alavên ku aş pê dixebite li herêmê nayên peydakirin. Her wiha ne başiya riyan yek ji astengiyên sereke ku xebatên aşê di gihandina arvan ji firinan re asteng dike ye.

Miqdara genimê depokirî

Bajarê Reqayê ji herêmên çandiniyê yên Sûriyeyê tê hesbandin. Li gele bajêr miqdarek mezin ji genimê depokirî heye. Ev miqdar baş e û têra herêmê heta meha 7'an sala 2019'an dike.

Her wiha Gerînendeya Giştî ya Aşan a Reqayê genim dide hindek herêmên Bakurê Sûriyeyê.

Têkildarî mijarê Rêveberê Maliya Aşan ê bajarê Reqayê Beşîr Abidî got: "Piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê, me Saziya Rêveberiya Aşan ava kir. Niha em hewl didin firinên nû vebikin û radestî Şaredariya Gel a bajêr bikin."

(şx)

ANHA