Gelan dildariya xwe di bin sîwana Netewa Demoktayîk de parastin

Herêma Bakurê Sûriyeyê tekane herêma Rojhilata Navîn a ku gelên wê adet û kevneşopiyên xwe yên kevnar ku ji kal û bavên xwe ve wergirtine bi hevre pêk tînin. Ev adet  giyana kultur, resenî, dildarî û têghiştina olî û exlaqî û jiyanî di navbera hevûdu de vedibêjin.

Gelan dildariya xwe di bin sîwana Netewa Demoktayîk de parastin
Gelan dildariya xwe di bin sîwana Netewa Demoktayîk de parastin
Gelan dildariya xwe di bin sîwana Netewa Demoktayîk de parastin
Gelan dildariya xwe di bin sîwana Netewa Demoktayîk de parastin
Gelan dildariya xwe di bin sîwana Netewa Demoktayîk de parastin
30 cotmeh, 2018   10:05

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Ji hezaran salan ve Kurd, Ereb,  Suryan, Asûr, Çerkes û Ermen bi hemû ol û mezheban weke Misliman, Xirstiyan û Êzidî li herêmên Bakurê Sûriyeyê bi hev re dijîn.

Her gelek û mezhebek li herêmên Bakurê Sûriyeyê urf û adetên xwe li gorî baweriya xwe pêk dianîn. Misliman, Xirstiyan û Êzidî adet û ayînên xwe her yek li gorî baweriyên xwe pêk dianîn weke ayînên mirinê, şahî, bone û cejnan. Di encama siyasetên pergalên ku herêmê hikum kirine bi armanca lewazkirina gelên herêmê û derxistina tevlihiyê, jiyan hevpar a di navbera gelên herêmê de veguherî nakokiyên siyasî û olî. Van pergalan gelên herêmê ji hev dûr xistin û têkiliyên pêkhateyên herêmê bi hincetên neteweyî û olî şikandin. Ji wan nakokiyan, serhildana Qamişlo ya 2004'an, di wê demê de rêjîmê hewl da nakokî bixe navbera her du pêkhateyên Ereb û Kurd.

Di şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de şêniyên herêmê fikr û felsefeya Neteweya Demokratîk ji têkoşîna xwe re kirin bingeh. Hêdî hêdî ji bandora wan siyasetan û nakokiyên şofanîst ku di navbera pêkhateyan de hatibûn çandin xilas bûn. Niha û piştî 7 salan, hemû pêkhate û gelên herêmê gihaştin cureyek ji yekîtiya civakî û di hemû aliyên jiyana siyasî, leşkerî û heta olî tevî parastina taybetmendiyên xwe bi hevre parve kirin.

Yekîtiya leşkerî

Di dirêjahiya aloziya Sûriyeyê de ku ket sala xwe ya 8'an, gelek gurupên çekdar ava bûn. lê hema rastiya wan gurûpan ku di bin perdeya ol, netewe û mezheb xwe vedişartin derket holê. Di encamê de li gelek bajar û herêmên Sûriyeyê nakokiyên siyasî, olî û neteweyî derketin holê û tevna Sûrî bû bi sedan perçeyan. Lê ev diyarde li herêmên Rojava bi saya şervanên Yekîneyên Parastina Gel derneket. Ev yekîne bi armanca parastina gelên herêmê li dijî hemû siyasetên ku dixwazin gel ji hev du qut bikin ava bû. Piştre gelek hêzên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên herêmê hatin avakirin, weke Meclisa Leşkerî ya Suryan, Hêzên Senadîd ji Erebên El-Şumer û hwd. Lê paşê hemû di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk de kom bûn û karîn terorê ji piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qewirînin. Niha mirov dikare navê Yekîtiya Civata Leşkerî lê bike.

Hevgirtina civakî

Ne tenê serkeftina leşkerî ji encamên şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. lê belê yekîtî û yekgirtin di navbera gelên herêmê de xuya bû, bi armanca avakirina civakek demokratîk û azad bi rêya saziyên ku bi tevlêbûna hemû pêkhateyên herêmê hatin avakirin. Li vir jî mirov dikare navê Şoreşa Civakî lê bike. 

Ev destkeftî bandorek erênî li têkiliyên civakî di nav piraniya bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kir. Li navçeya Tirbespiyê ya Herêma Cizîrê, îro em dibînin Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî bi hevre dijîn û ayînên xwe bi hevre pêk tînin. Ji ber ku ji beriya gelek serdeman ev gel bi hemû pêkhate, çîn û mezhebên xwe bi hev re jiyane. Radeya wekheviya pêkanîna ayînan bala mirov dikşîne. Îro tu cudahiyek di navbera dawetk Kurd, Ereb an Suryan tune ne. Gelê navçeyê tevî cudahiya olî, mezhebî, irqî û heta siyasî lê şahî û êşên xwe bi hevre parve dikin û dijîn.

Rêzdariya olî

Di encama bikaranîna ol di aloziya Sûriyeyê de ji aliyê hindek gurûpan ve, pêwîstî bi belavkirina biratî û jiyan hevpar di navbera gelên herêmê de hebû. Piştî serketina aliyên leşkerî û civakî yên Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê herêmê ji olên hev re rêzdarî girtin. Îro hemû pêkhate ayînên xwe yên olî û bi tevlêbûnek berfireh ji olên din pêk tînin û bi taybet Êzidî yên ku rastî hovantirîn sûcên qirkirinê ji aliyê pergal û gurûpên leşkerî û çeteyên ku bi navê ola Islamê bang dikin hatine.

Hemû şahî û êşên xwe bi hev re parve dikin

Seêr El-Elî ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye têkildarî adetên hevpar di navbera pêkhateyên herêmê wiha got: "Piştî Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bûn yek gel. Niha tu nikarî cudahî bixî navbera dawetên Kurd, Ereb an jî Suryan. Ji ber ku hemû pêkhate beşdarî şahiyê dibin. Her wiha heman tişt di merasîmên sersaxiyê de xuy dibin. Ev tişt di encama yekgirtin û dildariya ku di navbera hemû pêkhateyan de belav bûye tê."

El-Elî destnîşan kir ku şêniyên herêmê bi rêya fikra demokratî û azad, zihniyeta desthilatdarî, neteweyî û olî ku hemû gel ji hev du dûr xistibûn, bê bandor kirin û wiha domand: "Îro bi saya yekgirtina gelên herêmê em rêveberiya demokratîk ku hemû pêkhate bi hev re di nav de dixebitin dibînin."

Ji aliyê xwe ve şêniyê ji pêkhateya Suryan Jorj Melkî destnîşan kir ku Kurd, Ereb, Suryan û Êzidî bi saya yekgirtina wan di hemû aliyên jiyanê de hemû boneyên xwe bi hev re parve dikin û karîn xak û welatê xwe biparêzin û xwîna wan tev li hev bûn.

Melkî diyar kir ku fikra biratiya gelan û jiyana hevpar, çareseriya herî baş e ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: "Di salên derbasbûyî de, me serketina vê tecrubeyê li ser erdê dît." Jorj hêvî kir ku ev tecrube li hemû Sûriyeyê belav bibe, da ku gelê Sûriyeyê di nav aramî û ewlehiyê de bijî û gola xwînê bisekine.

(şx)

ANHA