Bingeha pêşxistina aboriya civakî koperatîf in

Mala Koperatîfan a navçeya Girkê Legê bi armanca xurtkirina aboriya civakî hewl dide koperetîfên nû vebike.

Bingeha pêşxistina aboriya civakî koperatîf in
Bingeha pêşxistina aboriya civakî koperatîf in
Bingeha pêşxistina aboriya civakî koperatîf in
30 cotmeh, 2018   09:43

QAMIŞLO / KELSÛMA ELÎ-LÎNA CANGÎR

Mala Koperatîfan a navçeya Girkê Legê xebatên nirxandin, avakirin û birêvebirina koperatîfan li her du navçeyên Girkê Legê, Çil Axa û gundewarên wan dişopîne. Her wiha nirxandina projeyên bi sûd û bicihanîna wan bi rêya karê komînal di rêya avakirina koperatîfan de armanc dike.

3 koperatîfên nû li navçeya Çil Axa

Di encama tecrubeya salên borî de koperetîfên ku li navçeyên Girkê Legê û Çil Axa, sûda xwe ya aborî û civakî di xurtkirina têkiliyên civakî, çanda karê komînal û pêşxistina warê aborî de ispat kirine.

Li ser vê bingehê Mala Koperatîfan dest avakirina 3 projeyên aborî li navçeya Çil Axa û gundewarê wê bi tevlîbûna bi dehan malbatan kir. 

Koperatîfa ceneratora kehrebeyê ya gundê Abira

Ev koperetîf bi armanca peydakirina kehrebeyê ji şêniyên gund re hate avakirin. Di koperatîfê de 100 kes cih digre û her şexsekî bi 85 hezarî beşdarî koperetîfê bûye.

Proje ketiye meriyetê û şêniyên gund jê sûd werdigirin. Kehrebe rojane 8 saetan ji şêniyan re tê pêxistin û şênî mehane ji bo her ampêrekê hezar û 300 lîreyên Sûrî didin.

Koperatîfa xwedîkirina qazan

Şêniyên gundewarê herêmê gelek cureyên balendeyan xwedî dikin. Ji bo veguhertina xwedîkirina balendeyan, ji projeyek ku şênî bi hev re sûdê jê werbigirin, Mala Koperatîfan, projeya xwedîkirina qazan vekir. Ji bo projeyê rûpîvaneke erd hate veqetandin û di koperatîfê de 9 hevkar hene. Para her yekî 80 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Projeyê bi xwedîkirina 125 qazan dest pê kiriye û dê berfireh bibe.

Projeya xwedîkirina pez

Ji ber ku xwedîkirina sewalan ji girîngtirîn jêderên jiyanê li herêmê tê hesbandin, Mala Koperetîfan koperatîfa xwedîkirina pez bi tevlêbûna 49 hevkaran ava kir. Para her yekî 100 hezar lîreyên Sûriyeyê ye. Her wiha ji bo projeyê parçeyek erd li gundewarê navçeyê hate veqetandin. Proje niha bi xwedîkirina 100 seriyên pez dest pê kiriye û tê payîn ku hêdî hêdî berfireh bibe.

Tevî gelek sûdên van koperatîfan ku li me jor rêzkirine, her wiha derfetên kar ji gelek malbatan re peyda dike.

Têkildarî mijarê endamê rêveberiya Mala Koperatîfan ê navçeya Girkê Legê Cilûd Mehmûd Ebdî diyar kir ku armanc ji van koperatîfan xurtkirina çanda komînal, pêşxistina warê aborî û bicihanîna debara xwe bi xwe ye.

(şx)

ANHA