Îsraîl yekemîn sefîra xwe li Misrê erkdar kir

Îsraîlê Emîra Oron weke yekemîn sefîra Îsraîlê li Misrê li şûna Dr. Davîd Gofrîn erkdar kir.

Îsraîl yekemîn sefîra xwe li Misrê erkdar kir
30 cotmeh, 2018   09:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Serokwezîrê Îsraîlê Ofêr Cindilman di daxuyaniyekê de ragihand ku wezareta Karên Derve duh Emîra Oron ku beriya niha berdevka Wezareta Çapemeniyê ya zimanê Erebî bû weke sefîra Îsraîlê li Qaîhreyê hate erkdarkirin.

Erkdarkirina Emîra Oron li şûna Dr. Davîd Gofrîn pêk hat.

Emîra Oron yekemîn jin cihê xwe di paya sefîrê Îsraîlê li Misrê ji dema îmzekirina hevpeymana aştiyê di navbera Misr û Îsraîlê de ya sala 1979'an de digire.