Mala Jin a Kampa Tiwêhîna lêvegera jinan e

Mala Jin a Kampa Tiwêhîna ya koçberan xebatên rêxistinkirin û perwerdekirina jinên kampê didomîn. Li aliyekî din jî aboriya xweser a jinan geş dike.

Mala Jin a Kampa Tiwêhîna lêvegera jinan e
Mala Jin a Kampa Tiwêhîna lêvegera jinan e
30 cotmeh, 2018   08:38

UDEY EL-EHMED/TEBQA

Şoreşa Bakurê Sûriyê bi şoreşa jin tê naskirin. Bi pêvajoya şoreşê re jinan  roleke mezin û girîng di her qadan de pêk tînin û rêxistina xwe saz dikin.

Li ser vê bingehê Mala Jin a Kampa Tiwêhîna bi armanca perwerdekirina jinan û pênasekirina wê bi maf û erkê wê yê li hemberî malbat û û civakê , her wiha rizgarkirina ji kevneşopiyên paşvrû ku li ser wan hatine ferzkirin semîneran dide.

Mala Jin a Kampa Tiwêhîna ya koçberan beriya 8 mehan ji aliyê Mala Jin a Tebqayê hate vekirin. Deriyê malê li pêşiya hemû jinên vekiriye, him ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan anî jî ji bo perwerdekirinê.

Têkildarî kar û xebatên Mala Jin a Kampa Tiwêhîna Rêvebera Mala Jina kampê Sîham El-Hesen destnîşan kir ku Mala Jin hewl dide hemû dozên ku têne gel wan bi razîbûna aliyên eleqedarê pirsgirêkê çareser bike.

Mala Jin a Kampa Tiwêhîna bi armanca piştgiriya aboriya xweser di hindirê kampê de dewreyên fêrkirina dirûtinê vedike. Li ser vê mijarê Sîham El-Hesen got: "Li gel rewşa jiyanî ya zehmet li kampê, ji bo ku jin bi xwe debara xwe pêk bîne, niha amadekariyên vekirina firneya nan tê kirin. Ev proje him dê aboriya xweser baş bike û li aliyekî din têkiliyên civakî xurt bike."

(şx)

ANHA