Kedkarê çapemeniya azad Kadrî Kaya jiyana xwe ji dest da

Kedkarê Çapemeniya Azad, Mamoste Kadrî Kaya li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Kedkarê çapemeniya azad Kadrî Kaya jiyana xwe ji dest da
29 cotmeh, 2018   18:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji avakar û nûnerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ê bi Biryarnameya bi Hikmê Qanûnê (BHQ)  hat girtin, mamosteyê çapemeniya azad Kadrî Kaya li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê jiyana xwe ji dest da. Kayayê ku pençeşêr lê peyda bibû wê sibê cenazeyê wî bînin Amedê.

Kaya ku bi keda xwe ya salan a di qada rojnamevaniyê de wekî mamosteyê çapemeniya azad dihat naskirin. Kaya 13 salan nûnertiya DÎHA'yê ya Amedê kir û berê jî bi salan di Ozgur Gundemê de xebitîbû.