Li Hesekê û Til Temir 8 şehîd hatin oxirkirin

Cenazeyê 8 şervanên QSD‘ê yên di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn li Hesekê û Til Temirê hatin veşartin.

Li Hesekê û Til Temir 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Hesekê û Til Temir 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Hesekê û Til Temir 8 şehîd hatin oxirkirin
Li Hesekê û Til Temir 8 şehîd hatin oxirkirin
29 cotmeh, 2018   17:11

HESEKÊ

Bi hezaran  şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanên QSD‘ê Elai El-Casim (Avareş Hesekê), Ehmed Fitêm (Sîpan), Elî El-Kurdî (Cêlo Hesekê), Ebdulhemîd El-Ukla (Firat), Ehmed El-Salih (Berxwedan) Ehmed El-Leylî (Baran), Ehmed El-Îsa ( El-Zîb) ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwamekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê deqeyeke rêzgirtin û merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên QSD û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Piştre, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Merwan Hisên, Fermandariya QSD‘ê Birûsk Hesekê û endamê Rêveberiya Akademiya Perwerdeya Civaka Demokratîk Ezîz Elî axafîn. 

Kesên axivîne sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û pesnê fedekariya wan a li hemberî terorîstan dan. Her wiha soza şopandina xeta şehîdan ta avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng dan.

Pişît axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

Şêniyên navçeya Til Temir ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD ê bi navê Gerîla Amed (Mihemed Irêb) li Goristana Şehîdan veşartin.

Di merasîmê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Dahir Yûnis û ji fermandarên YPJ‘ê Zagors Egîd axivîn. Di axafrinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û berxwedana şervanan a li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê hate silavkirin.

Rêveberê Meclisa TEV-DEM‘ê Mihemed Seyîd Şêxmûs wesîaqeya şehadetê ya Amed xwend û radestî malbatê kir.

Girseya gel cenazeyê şehîd Amed bi dirûşmeyan spartin axê.

ANHA