Gelê Dêrikê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn

Li herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Tebax, Îlon û Cotmeh hatin bi bîranîn.

Gelê Dêrikê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn
Gelê Dêrikê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn
Gelê Dêrikê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn
Gelê Dêrikê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn
Gelê Dêrikê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn
Gelê Dêrikê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn
Gelê Dêrikê cangoriyên azadiyê bi bîr anîn
29 cotmeh, 2018   16:38

QAMIŞLO

Merasîmê biranînê ji aliyê Meclisa Mablatên Şehîdan ve li Goristana Şehîd Xebat hate lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên Dêrik, Girkê Lengê beşdarî merasîmê bîranînê bûn.

Bîranîn bi merasîmeke leşkerî ji aliyê Hêzên ERka Xweparastinê û YPG‘ê ve dest pê kir.

Paşê yek ji fermandarên YPG‘ê bi navê Hawar Dêrik axivî û hemû cangoriyên azdaiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta wan nû kir.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Botan jî axivî û got: "Em şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin û soza şopandina xeta wan didin. Bi ked û xwîna van şehîdan em gihiştin vê qonaxa dîrokî."

Botanî di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku şehîd nirxên gelan e û mişleya azadî û têkoşînê ne.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdên her sê mehan ji aliyê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Qehreman Mihemed ve hatin xwendin.  Paşê girseya gel find li ser gorên şehîdan vêxistin.

ANHA