Di hilbijartinên Elmanya de Merkel derbeyeke giran xwar

Di hilbijartina eyaleta Hessenê ya Elmanyayê de Serokwezîr Angela Merkel derbeke giran xwar. Merkel diyar kir ku ew ê nebe namzeta serokatiya Partiya Xirîstiyanên Demokrat (CDÛ)yê.

Di hilbijartinên Elmanya de Merkel derbeyeke giran xwar
29 cotmeh, 2018   12:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîr Angela Merkel ji ber qelsbûna partiya xwe, diyar kir ku di meha Kanûnê de ew ê di kongreya partiya xwe CDÛ’yê de nebe namzet. Ev biryar piştî hilbijartina eyaleta li Hessenê ya roja Duşemê hate dayîn.

Partiya Angela Merkel CDÛ 27 ji sedê dengan stend û bû partiya yekemîn. Lê li gorî hilbijartina di sala 2013’an de bi qasî 10 pileya dengê xwe kêm kiriye. SPD a ku hevkariya koalîsyonê dikir jî dengê xwe kêm kir û 19,8 ji sedî deng stend.

Ev hilbijartin him ji bo CDÛ û him jî ji bo SPD’ê bû derbeke giran. Partiya Keskan bilind dibe û partiya rastgirên radîkal AfD jî ket hemû parlementoyên herêmî yên li Elmanyayê.

Partiya Keskan dengê xwe du qat zêde kir û 19,8 ji sedê dengan stend. AfD’ê jî 13,1 ji sedê dengan stend.

Hilbijartinên li Hessenê meyla li hilbijartinên Bavyerayê jî piştrast kir. Di hilbijartina Bavyerayê de hişyariyên cîddî li koalîsyona mezin a li Berlînê hatibû kirin.

A niha şeş partî ketine parlementoya herêma Hessenê û ev jî tê wateya ku siyaseta Elmanyayê ji hev belav bûye.

Divê Merkel vê carê belavbûna koalîsyona bi SPD’ê re asteng bike. Senaryoyeke wisa wê bibe dawiya aqûbeta Merkel. Bi îhtîmaleke mezin ev tişt wê dawiyê li kariyera siyasî ya Merkel bîne.