Rûsyayê armanca hevdîtina Trump û Pûtîn eşkere kir

Berdevkê fermî yê serokatiya Rûsyayê Dîmîtrî Pîskov ragihand ku armanca sereke ya hevdîtina di navbera her du serokên Amerîka û Rûsyayê de ku tê payîn di 11’ê Mijdara bê de were lidarxistin, ew e ku hevgirtina helwestan pêk bînin, nemaze li rex biryara Amerîkayê ya vekişandina ji hevpeymana tunekirina fûzeyên nukleerî yên navîn û nêzîk.

Rûsyayê armanca hevdîtina Trump û Pûtîn eşkere kir
29 cotmeh, 2018   12:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê serokatiya Rûsyayê Dîmitrî Pîskov ji rojnamevanan re destnîşan kir ku armanca sereke ji hevdîtinê "sererastkirina katjimêran e."

Pîskov wiha domand: "Hê jî gelek mijarên girêdayî aramiya stratejiyê taloqkirî mane û bi taybet piştî ku Amerîkayê ragihand ku ew dixwaze ji hevpeymana tunekirina fûzeyên navîn û nêzîkavêj vekêşe.”

Pîskov li ser pirsa demdirêjiya hevdîtinê di 11'ê Mijdarê de li Parîsê wiha got: "Heta niha lêhûrbûnên girêdayî vê mijarê tune ne. Amadekariyan nû dest pê kir."