Li Endonezyayê balafira rêwiyan ket xwarê

Li Endonezyayê, balafira ku 188 rêwî tê de bûn kete nava deryayê.

Li Endonezyayê balafira rêwiyan ket xwarê
29 cotmeh, 2018   07:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Neteweyî (BASARNAS) ragihand, balafira Rêyên Hewayî ya Lîon a bi tîpa Boeîng 737 MAX 8, gava ku ji paytext Cakartayê diçû bajarê Pangkal Pînang ê Girava Sûmatrayê, demeke kin piştî ku rabû kete xwarê.

Balafira ku li gorî dema herêmê saet 06:20'an bi hewa ket, saet 06:33'an ji radarê winda bû. Hate gotin, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ber bi herêma ku balafir lê ketiye xwarê hatine şandin.

Wezareta Ragihandinê ya Endonezyayê jî diyar kir, di balafirê de 181 rêwî û 7 personel bi giştî 188 kes hebûn.

Li gorî agahiyan enqazê balafirê hate dîtin.