YPG: Li Efrînê 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin

Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihandin ku di encama çalakiya şervanên wan li Efrînê, du leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

YPG: Li Efrînê 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin
29 cotmeh, 2018   08:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî çalakiyên şervanan li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihandin ku di çarçoveya qonaxa dûyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên wan çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê didomînin.

Navendê eşkere kir ku 27’ê Cotmehê li navçeya Raco yê Efrînê, yekîneyek wan li dijî bargeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li darxistin.

Navenda ragihandina YPG`ê teqez kir ku di encama çalakiyê de di navbera şervanên wan û leşkerên Tirk de şerekî demkî rû da û 2 leşker hatin kuştin.

(kc)