Balafirên Tirk derdora Çemankê bombebaran dike

Balafirên şer ên dewleta Tirk di van saetan de derdora bajaroka Çemankê ya ser bi navçeya Amediyê bombebaran dike.

Balafirên Tirk derdora Çemankê bombebaran dike
27 cotmeh, 2018   19:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Tirk di van saetan de derdora navçeya Çemankê ya ser bi navçeya Amediyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran dike.

Li gorî nûçeya Rojnewsê balafirên şer derdora Çemankê bomberan dike û bombebaran heya van kêliyan jî dewam dike.

Têkildarî zirer û ziyanên bombeberanên artêşa Tirk ti agahî bidest ne ketiye.