Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin

Bi amadebûna bi dehan şêniyan Komîneha Şano li bajarê Qamişlo hate vekirin.

Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin
Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin
Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin
Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin
Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin
Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin
Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin
Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin
Li Qamişlo Komîngeha Şanoyê hate vekirin
27 cotmeh, 2018   18:40

QAMIŞLO

Bi dirûşmeya "Tevî rojên xweş û rojên xemgînî jiyan didome" Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Komîngeha Şanoya Rojava li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo vekir.

Komîna Şano ya Rojava, bi armanca pêşxistina şano û avakirina komên akademîk kar û xebatê dike. Komîna Şano bi mebesta ku hunermend, şanoger, nivîskar û derhêneran li cihekî bicivîne îro navendeke xwe di hindirê Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo vekir.

Di şahiya komîngeha şanoyê de, bi sedan şêniyên bajarê, hezkiriyên çand û hunerê, Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso, Cîgirê Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê û Serokê Komeleya Çanda Suryan a bajarê Qamişlo Hena Hena amade bûn.

Di şahiyê de, senevîzyoneke der barê xebatên Komîna Şanoyê li herêma Efrîn, Cizîrê û Firatê de hate nîşandan.

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso axivî û got: "Dîroka şanoyê dîrokeke kevnar û kûr e, her çiqas kevin be, giyan û hinasê dide civakê, ji ber ku şano xweşî û xemgînî ye, rastiya civakî diyar dike. Şano bi civakî re jiyan dike, ji ber vê yekê dikarin şano wekî siyasetê bi nav bikin."

Di şahiyê de Koma Şano, şanoya xwe ya bi navê "Serwer" pêşkêş kir ku nivîskarê wê Ednan Mustefa û Raperîn Hesen e.

Paşê jî koma dîlanan a girêdayî Komîna Şanoyê dîlanên filklorî ya Kurdî pêşkêş kir.

Koma Şehîd Cûdî û Kona Kevneşopî ya stranên filklorî yên Kurdî gotin.

Navenda Komîna Şanoyê ji alyiê dayika şehîd Osman ve Selîma Yûsif Elî ve hate vekirin.

ANHA