Til Qirah... Ji baregeheke DAIŞ'ê veguherî sembola berxwedanê

Gundê Til Qirah ê girêdayî navçeya Ehdas a kantona Şehbayê di sala 2015'an de ji bo çeteyên DAIŞ'ê wek navendekê bû û piştî koçberkirina welatiyên Efrînê ku gelek ji wan li vî gundî hatine bicihkirin, veguherî navenda berxwedanê da ku vegerin Efrînê.

27 cotmeh, 2018   09:30

TOLÎN HESEN / ŞEHBA

Welatiyên Efrînê ji ber hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di 18'ê Adara 2018'an de neçarî koçberiyê hatin kirin. Yek ji gundên kantona Şehbayê ku welatiyên Efrînê tê de bi cih bûne, gundê Til Qirah ê navçeya Ehdas e. Piştî ku gund ji bermahiyên çeteyan hate paqijkirin, rê ji welatiyên Efrînê re hate vekirin da ku tê de bi cih bibin.

Gundê Til Qirah di sala 2015'an de dema ku di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû weke navenda terorê dihat nasîn. Li vir gelek welatî hatin serjêkirin û piştî ku gund ji aliyê hêzên şoreşger ve hate rizgarkirin, niha weke navenda berxwedana welatiyên Efrînê tê nasîn. Gund ji aliyê komên çete yên cûda ve û bi taybet çeteyên DAIŞ'ê rastî wêran û hilweşandinê hat.

Til Qirah beriya rizgarkirinê

Çeteyên DAIŞ'ê di 9'ê Cotmeha sala 2015'an de bi dijwarî gund topbaran kirin û gelek timpêlên bombekirî têde teqandin. Di encama êrîşa çeteyan de 3 zarok û 10 jin bûn qurbanî û bi dehan jî birîndar bûn.

Piştî ku çete gund dagir kirin nêzî 40 çekdarên ku hevkariya komên çete yên cuda dikirin, kuştin. Çeteyên DAIŞ'ê piştî wê gund veguherandin baregeheke sereke li herêma Marihê û çeteyan gund ji welatiyan bi hinceta ku deverek leşkerî ye, vala kir. Her wiha di gund de gelek xendek kolandin.

Piraniya welatiyên gund ji ber hovîtiya komên çete neçar man koçberî herêma Efrînê bibin. Di 25'ê Cotmeha 2016'an de Hêzên Şoreşger ên kantona Şehbayê bi hevkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hemleyeke leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ'ê da destpêkirin û di encamê de gund ji destê çeteyan hate rizgarkirin.

Di hemleya rizgarkirina gund de şervanan berxwedaneke leheng da meşandin û çete beriya ku ji gund birevin gelek malên welatiyan hilweşandin.

Welatiyekî ji gundê Til Qirah ê bi navê Mihemed El-Xatir ji ajansa me ANHA'yê re axivî û behsa serpêhatiya malbata xwe kir û wiha got: "Ji ber hovîtiya komên çete em koçberî herêma Efrînê bûn û em li gundê Kûra yê navçeya Cindirêsê bi cih bûn û heta dema dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên wê, ez li vir mam. Ango nêzî 5 salan ez û birayên xwe li herêma Efrînê dixebitîn."

Piştî rizgarkirinê Til Qirah

Piştî ku gund ji destên çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, çeteyan bi hezaran mayin li pey xwe hiştin û hemû malên gund mayin kirin. ji ber derfetên kêm bêbandorkirina van mayinan gund vala hate hiştin da ku ewlehiya welatiyan were parastin.

Niha hezar û 500 malbatên Efrînê di gund de hatine bicihkirin û 8 komînên xwe ava kirine da ku karûbarên xwe bi rê ve bibin û berxwedana xwe ya vegera Efrînê bidomînin. Her wiha komîteyeke xizmetguzariyê hate avakirin da ku kehrebe û ava vexwarinê ji welatiyên koçber re peyda bike.

Di gund de bazarek hate vekirin û heftane rojên Şemiyê tê vekirin. Welatiyên koçber jî bi kêmderfetên xwe hewl didin xaniyên ku tê de bi cih bûne, sererast dikin.

Di gund de her wiha du dibistan hatin vekirin û niha bi sedan xwendekar tê de hatine bicihkirin û tê de perwerdeya xwe dibînin.

Hêjayî gotinê ye bêtirî 100 malbatên resen ên gund ku koçberî Efrînê bûbûn, piştî êrîşa dagirker a Tirkiyeyê vegeriyan malên xwe û jiyana xwe ji nû ve vedijînin. Welatiyên Efrînê yên li vir hatine bicihkirin bi rihê Berxwedana Serdemê tev digerin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeya Ehdas a kantona Şehbayê Pelda Şêxo diyar kir ku gundê Til Qirah yek ji gundên herêmê yên herî zêde rastî êrîşan hatiye û niha welatiyên Efrînê tê de berxwedana xwe didomînin da ku vegerin warên xwe.

ANHA