Di kampê de erka xwedîkirina malbata xwe rakiriye

Di şert û mercên zehmet de û temenê xwe yê biçûk de erka xwedîkirina malbatê rakir. Piştî ku her tiştê xwe li pey xwe hişt û ji ber hovîtiya çeteyan reviyan, li kampa Erîşe bi karê  wê yê dirûtinê ji malbatê re bûye wesîleya xwedîkirinê. 

Di kampê de erka xwedîkirina malbata xwe rakiriye
27 cotmeh, 2018   08:43

ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Keça bi navê Delal Zekeriya ji koçberên bajarê Dêrazorê ye. Li Şamê di zarokatiya xwe de  fêrî dirûtinê bûye û piştî ku rewşa Şamê xerab bûye, berê xwe da Dêrazorê û ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê neçar man careke din koç bikin.

Keça ciwan Delal tevî malbata xwe dikeve kampa El-Erîşe û ji bo ku ji malbata xwe re alîkar be karê dirûtinê dike.

Delal ji ANHA'yê re axivî û got ku rêxistinên alîkariyê alîkariya wan nakin û pîşeyên wan paşguh dikin. Delal Zekeriya da zanîn ku beriya 8 salan li Şamê fêrî dirûtinê bûye û wiha dewam kir: "Piştî ku aloziya li Şamê rû da, rêjîmê em vegerandin Dêrazorê, min dev ji pîşeya xwe berneda û dirûtin kir, alavên min ên dirûtinê hebûn, lê dema ku em ji ber çeteyên DAIŞ’ê reviyan û hatin kampa El-Erîşe, tenê min alaveke biçûk anî."

Delal Zekeriya da xuyakirin ku pêwîstiya wê bi qayîdeyeke hesinî heye ku makîneya dirûtinê bide ser, ji ber ku qayîdeya wê kevn bûye û nayê bikaranîn. Delal Zekeriya destnîşan kir ku birayên wê tune ne û bavê wê nexweş e. Ji ber vê yekê xwe berpisyar dîtiye û wiha got:" Dahata ku ji karê xwe werdigirim, pê pêdiviyên rojane ji malbata xwe re dikirim. Heke ne ji Rêveberiya Xweser ba û kon nedaba me, em ê niha li derve bana."

Delal Zekeriya bang li rêxisitnên alîkariyê kir ku alîkariya wê bikin û alavên pêwîst jê re peyda bikin û wiha got: "Her car soz didin min lê soza xwe pêk naynin."

(jo)

ANHA